Festîvala Filman a Silêmanîyê sibê wê dest pê bike

Festîvala Filman a Silêmanîyê sibê wê dest pê bike

Festîval wê sibê bi “Sisters in Arms” (Xwişkên Cengê) dest pê bike û wê ji Tirkîyeyê jî gelek filmên bi kurdî û tirkî bên nîşandan.

A+A-

 

4em Festîvala Filman a Silêmanîyê wê di navbera 1 û 7ê Çirîya Pêşîyê ya 2019ê de bi rê ve biçe. Di festîvalê de wê ji gelek welatan bi sedan film bên nîşandan ku li gorî zanyarîyên komîteya festîvalê daye 5 hezar filman serî lê daye.

Mijara sereke ya îsal “ka werin em derdorê bi hev re biparêzin” e û ji bo vê mijarê wê hin bername bên li dar xistin û film bên nîşandan. Bi vê re tê armanckirin ku balê bikişînin ser vê rewşê û bihêlin ku polîtîka derbarê vê mijarê bipêş bikevin.

 

Festîval wê sibê bi Filmê “Sisters in Arms” (Xwişkên Cengê) dest pê bike ku Caroline Fourest derhênera filmî ye. Film behsa têkoşîna jinên kurd a li dijî DAIŞê dike.

Heman şevê wê koma muzîkê, Kamkaran konserekê bide.

Ji Tirkîyeyê filmên bi kurdî û tirkî wê bên nîşandan

Ligel gelek filmên ji sînemaya cîhanê îsal wê ji Tirkîyeyê jî gelek film bên nîşandan. Li gorî bernameya ku hatîye aşkerekirin di festîvalê de wê filmê Huseyîn Karabeyî yê bi navê “İçerdekiler” (Yên li hundir), filmê Emîn Alperî yê bi navê “Kız Kardeşler” (Xwişk), belgefilma Veysi Altayî ya bi navê “Bîr” (Kuyu), belgefilma Selim Yildizî ya bi navê “Dîyalog” û hin film û belgefilmên din wê bên nîşandan.

Di 8 beşan de wê xelat bên dayîn

Di festîvalê de wê film, belgefilm û beşa anîmasyonê de film bikevin pêşbirkê. Film, xelata metrajdirêj ya netewî û ya metrajdirê ya navnetewî, belgefilm, metrajkurd û anîmasyon jî tê de wê di 8 beşan de ji bo xelatan wergirin bikevin pêşbirkê.

Di festîvalê de her weha ji rewşa produksiyon û belavkirina filmên bi kurdî jî civînek wê bê li dar xistin. Di vê civînê de wê rewşa produksiyon û belavkirina filmên kurdî li gorî standartên sînemaya cîhanê bê nîqaşkirin.

Festîval wê di 7ê Çiriya Pêşiyê de bi merasîma xelatdayînê û konsera koma muzîkê, Nishtimanê bi dawî bibe.

Ji bo zanyariyên zêdetir bitikîne

 

Ev nûçe ewil li Bianetê hatîye weşandin

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin