Êrîşkarê Hewlêrê hat girtin!

Êrîşkarê Hewlêrê hat girtin!

Dije Terora Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê da aşkere kiriye tohmetbarê êrîşa Hewlêrê ji aliyê wan va hatiye desteserkirin.

A+A-

Dije Terora  Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê da aşkere kiriye tohmetbarê êrîşa Hewlêrê ji aliyê wan va hatiye desteserkirin. 


 Beriya bi demekê Dije Terora Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, yek ji encamderên êrîşa roja çarşemiyê ya li Hewlêrê yê bi navê Mazlum Dag ji aliyê hêzên wan ve hate girtin.


Herwihda di daxuyaniya Dije Terora Kurdistanê de hatiye gotin: “Em welatiyan agahdar dikin, tohmetbar Mazlum Dag ku du roj berî niha wêneyê wî weke kesê daxwazkirî li rûpela Dijeterorê hatiye girtin, ji aliyê Rêveberiya Asayişa Hewlêrê û Dijeterora Kurdistanê ve hate girtin.


Em gelek spasiya hevkariya bêdawî ya hevwelatiyan dikin û em dê paşê hûrgiliyên bêtir belav bikin.”
Hefteya borî roja çarşemê 17ê Tîrmehê, li xwaringeha bi navê HuQQabaz a Hewlêrê êrîşek pêkhatibû û di encamê de dîplomatekî Konsulxaneya Tirkiyê ya li Hewlêrê û du welatiyên Herêma Kurdistanê hatibûn kuştin.


Herwiha Dije Terora Herêma Kurdistanê nasnameya tohmetbar Mazlum Dag belav kiribû û daxwaz ji hemwelatiyan kiribû ku bo girtina wî alîkariyê bidin wan.
 
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin