Emîne Şenyaşar û kurê wê li ber avahiya AKPya Rihayê desteser kirin

Emîne Şenyaşar û kurê wê li ber avahiya AKPya Rihayê desteser kirin

.

A+A-

Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşara ku li ber avahiya AKPyâ Rihayê çalakiya rûniştinê li dar xistibûn, hatine desteserikrin. Tê payîn ku îro wan bibin dozgeriyê.

Emîne Şenyaşara ku di 24ê Hezîrana 2018an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hevjînê wê û du kurên wê hatibûn kuştin li ber avahiya Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ya Rihayê tevlî kurê xwe Ferît Şenyaşarî hatine desteserkirin.

Di 24 ê Hezîrana 2018an de pasevan û xizmên Ibrahîm Halîl Yildiz, Parlamenterê AKPyê li dikana wan êrîşî malbata Şenyaşaran kiribûn. Ev êrîş li nexweşxaneyê jî dewam kiribû û di encamê de Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar tevlî Mehmet Şah Yildiz, birayê parlamenterê AKPyî miribûn.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê bi sedema ku serokê AKPya Rihayê ne li avahiyê ye, Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar nekarîbûn hevdîtinê bikin. Li ser vê rewşê Emîne Şenyaşar û kurê wê li ber avahiyê dest bi çalakiya rûniştinê kirine. Di vê navberê rayedarên AKPyê nûçegihanê MAyê yê xwestiye çalakiyê bişopîne, asteng kirine.

Paşê Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar vexwendine avahiyê. Piştî hevdîtinê, Şenyaşaran xwestiye çalakiya xwe li ber avahiyê dewam bikin lê polîsan ew asteng kirine û Emîne Şenyaşar tevlî kurê wê desteser kirine.

Malbata Şenyaşar li Midûriyeta Emniyetê ya Rihayê nexwestine îfadeyê bidin û mafê xwe yê bêdengiyê bikar anîne. Tê payîn îro wan bibin dozgeriyê.

Çi bûbû?

Di 14ê Hezîrana 2018an de piştî êrîşa pasevan û xizmên Ibrahîm Halîl Yildizî ya li ser malbata Şenyaşaran, pevçûneke çekdarî pêk hatibû û di encamê de Mehmet Şah Yildiz, birayê parlamenterê AKPyê, esnaf Haci Esvet Şenyaşar tevlî Adil û Celal, herdu kurên xwe miribûn.

Fadil Şenyaşarê ku bav û du birayên wî miribûn, birîndar bûbû. Li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazi Yaşargil ya Amedê dihate dermankirin. Di 17ê Hezîranê de piştî ku dermankirina wî qediya û ji nexweşxaneyê derketibû, ew desteser kiribûn û girtibûn.

sen.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin