DMMEyê serlêdanên Cizîr, Silopî û Sûrê red kir

DMMEyê serlêdanên Cizîr, Silopî û Sûrê red kir

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, weke berdewamîya redkirina dosyayên berê, 32 serlêdanên binpêkirinên li Cizîr, Silopî û Sûrê red kir.

A+A-

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, weke berdewamîya redkirina dosyayên ku serlêdana wan di meha Sibatê de hatibû kirin, 32 dosyayên binpêkirinên li Cizîr, Silopîya û Sûrê jî red kir.

DMMEyê, sala par jî, ji ber ku rêyên hiqûqên navxweyî hêj neqedîyane û doz li Dadgeha Destûrê ya Tirkîyê berdewam in û pêvajoya li Dadgeha Bingehîn jî dirêj bûye, biryara redkirinê dabû. 

Parêzer Ramazan Demîr, li ser hesaba xwe ya twîtterê ragihand, encama serlêdana 32 dosyayan îro hatiye ragihandin ku ev biryara redkirinê, berdewamîya yekem danişînê ye.

Parêzer Demîr herwiha wisa got: "Me dît ku DMMEyê, bi zirargihandina li sivîlan û bi girîngîya dosyayan hesîyaye."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin