‘Divê welatên Ereb li hember Tirkiye û Îranê sîstemeke ewlehiyê ava bikin’

‘Divê welatên Ereb li hember Tirkiye û Îranê sîstemeke ewlehiyê ava bikin’

.

A+A-

Destwerdana leşkerî û siyasî ya Tirkiye û Îranê li ser welatên Rojhilata Navîn her diçe dibe sedema nerazîbûnên welatên erebî. Li gorî şîrove û nûçeyên medya erebî, êdî Tirkiye û Îran li herêma Rojhilata Navîn bûne sedema aciziyeke mezin bo dewletên ereban.

Îran li Yemen, Iraq û Sûriyê bi rêya hêzên milîsan û rêxistinên wekîlên xwe dibe sedema aloziyan ku Îsraîl li Sûriyê bi êrîşan gelek caran wan hêzan dike armanc.

Iraq nikare rê li ber destwerdana Îranê bigire

Herwiha li Iraqê jî Îran bûye welatê herî bi bandor ku ti biryarek bêyî Îranê nayê dayîn û heta hikûmet jî nikare rê li ber destwerdanên hêzên îranî bigire ku êrîşên xwe li ser binkeyên Amerîkî berdewam dikin û heta êrîşî ser Hewlêrê jî dikin.

Li aliyekî Îran bi rêya hêzên xwe yên milîs û alîgirên xwe serweriya xwe li Iraq û Sûriyê dixwaze xurt bike, li aliyekî din jî Tirkiye bi hinceta hebûna PKK û YPGê êrîşên ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê berdewam dike ku herdu welat jî êdî di nav welatên ereb de bûne sedema pirsgirêkeke mezin ku rewşa herêmê aloztir dikin.

Êdî nirxandinên li ser bihareke nû ya erebî têne kirin ku ev jî wekî têkoşîna dijî hewldanên Îran û Tirkiyê li Rojhilata Navîn tê nîşandan.

Bihara Erebî negihîşt armanca xwe

Bihara Erebî ya dijî deshilatdarên dîktatorî û antî demokratîk ku li hejmarek welatên erebî dest pê kiribû, niha negihîştiye armanca xwe û bi taybet li Sûriyê bi hevkariya Îran û Rûsyayê rejîma Esed hê jî li ser piyan maye.

Li welatê Misirê deshilatdariya Îxwanan hat bidawîkirin, lê vê carê wekî gefekê destwerdana deshilatdariya Tirkiyê ya hevalbendê Îxwanan li herêma Rojhilata Navîn derket pêşiya wan

Li Libyayê jî tevî ku deshilatdariya Muammer Qezafî hat hilweşandin hê jî sîstemeke rêveberiya ku hemû aliyan hembêz bike nehatiye avakirin ku herî dawî bi navbeynkariya çend welatên Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî hikûmeta demkî dest bi kar bûye.

Çareseriya mayînde hêj gelek dûr e

Lê belê ev rewşa nediyar a li Rojhilata Navîn ku bi taybet welatên ereb bandorê jê digirin hîn jî ji çareseriyeke mayînde gelekî dûr e û wek sedem jî destwerdana hêzên serdestên herêmê tê nîşandan.

Rojnameya El-Beyan ku piştî demeke dirêj daxuyaniyeke siyasetmedarê Misrî Mihemet El Beradiî belav dike, daye xuyakirin; “Niha ji nû ve derket holê û mizgîniya serdemeke Tirkî û yeke Îranî û ‘Bihareke nû ya Ereban” da.

'Siyasetmedarê Misrî mizgînîya bihareke nû ya erebî dide'

Siyasetmedarê Misirî Mihemed El-Beradiî ji rojnameya El-Ereb re gotiye, divê demildest welatên ereb sîstemeke ewlehî û berevaniyê ava bikin daku bikaribin rûbirûyî gefên Îran û Tirkiyê bibin û bi rêya diyalogê danûstandinê ligel wan bikin.

Cîgirê Serokê Misirê yê berê Mihemed El-Beradiî herwiha diyar kiriye, "Diyaloga bi dewleta Tirkiye û Îranê re bûye tiştekî ku nayê bipaşxistin."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin