Dîroka Muzîka Kurda

Dîroka Muzîka Kurda

Gorî çavkanîyan, di serdema qiraltîyê de ku di navbera BZ 280-PZ 130 salan de xwedî hukim bûye, li Mezopotamyayê du hunermendê Êzdî hebûne ku bi muzîkê ve nexweşîya qenc kirine.

A+A-

Zerdüşt ÖZTÜRK

Îro hûn ji kê pirs bikin, wê bêje destpêka muzîka Kurda dengbêjî ye, bi rastî, heta ku min çend çavkanîya li hev nexist, min jî wisa dizanibû
 Lê ne wisa bûye, dîroka muzîka Kurda di kûrahîyên dûr û dirêj yên sedsalan de ye
 Gorî çavkanîyan, di serdema qiraltîyê de ku di navbera BZ 280-PZ 130 salan de xwedî hukim bûye, li Mezopotamyayê du hunermendê Êzdî hebûne ku bi muzîkê ve nexweşîya qenc kirine. Yek Avger e û tê gotin ku yekem car wî muzîka gelêrî saz kirîye. Ya din jî Îbrahîm Musûlî ye ku li Bexdayê hunera xwe pêşkeşî Harûn El Reşîd kirîye û dibistana yekem ya muzîkê vekirîye.
 Paşê, Îshakê kurê Îbrahîm Musûlî, li Musûlê pergala Avger berfireh dike û şiklê melodî û ahengê, form û pergala deng lê bar dike, digihîne şagirtên xwe. Yek ji wan şagirtan Yehya Elî, yê din jî Ebû Feyz Bîn Amed bûye
 Şagirtê wan jî Farabî bûye û Farabî bi navê Rîsaleyê Kebir qaîdeyên muzîka Kurdî bipergal dike
 Piştî waxta, him di qesrên Osmanî û Hîndûyan de, him jî li Bexdayê, di qada perwerdayîyê de em rastî Evdilkerîm Meragî tên
 Piştî Meragî, Zîryab dertê pîyasê ku ew jî muzîka rojhilatê birîye Endulûsê.  Dîsa tê texmînkirin ku di sedsala 13
 de mûzîka Kurda xwe di dergahên dewrêşan de nîşan daye
 Lê piştî salên 1300 de baskê muzîka Kurdî ya qesrê winda dibe, tenê muzîka ku di nav xelqê de îcra bûye dimîne
 Ew sal idî salên îstîlayê ne û şans û şertên ku Kurd bi dînamîkên xwe ve muzîk çêbikin namîne
 Ji vî demajoyê şûnda muzîka Kurda idî li hêvîya dengbêjan dimîne
 Lê hin lêkolîner, di mayîna muzîka Kurdî de para lorîna dayîkan û feqîyên ku di medreseyan de muzîka olî afirandine jî işaret dikin
 Jixwe di dîroka merivahîyê de jî xûyaye ku muzîka yekem ya olî ye
 Wekî ku me got, Avger û Îshak Musûlî Êzdî bûne û di serdema xwe de însana bi muzîk ve qenç kirine
 Lê divê ji bîr nebe ku gelek berhem û çavkanîyên muzîkê, dema îstilaya Moxolan ya ser Îranê de, di sala 1258an de gava Bexdayê tune dikin, winda dibe


Çanda devkî (zarkî)

Her çiqas Kurd xwedîyê çandek in ku dirêjê sedselan bûye, lê ji ber ku bikaribin pêşveçûyînek serbixwe înşa bikin, nebûne xwedîyê avahî û yekitîyek sîyasî
 Bi taybetî piştî Şerê Yekem ya Cîhanê bûne mehkûmê parçemayînê
 Ji ber zext û zorên li ser wan, ji ber koç û koçberîyê, zargotin, muzîk û çanda devkî, ji bo parastina nasnemeya neteweyî, dibe xwedîyê rola yekem
 Jîyana Kurda, devokên cûrbecûr, guhertinên civakî, tev bûne mijara vê çanda folklora dewlemend û her wiha xwe gîhandine nifşên nû
 Ne tenê bûyarên dîrokî, her tiştên qewimîne, wek berhemên epîk, qehremanî, pevçûn, destan, çîrokên lîrîk, hêjayên mîstîk û bi giştî rituel, tev qeyd bûne û bi saya muzîkê ve di hefizeya kolektîf ya civakê de cîh girtine
 Her wiha muzîk bûye amûra yekane ku hêjayên civakî û kevneşopan bigihîne nifşên teze û li ser pêyan bigre
 Ji ber ku di Kurda de edebîyata nivîskî gelek kêm maye, berhemên çandî bi piranî bi devkî gihîştîye roja îro
 Lê nayê zanîn ku çavkanîya edebîyata devkî kê ye û kîngê hatîye gotin
 Ji bo vê wek anonîm hatîye qebûlkirin
 Çavkanîya bingeh ya edebîyata devkî, eşq, şer, jîyana rojane, têkilîyên eşîra, şerên Kurda yên bi xerîban re, koç, qehremanî, jîyana xwezayî û dewlemendîya mîtolojîya Mezopotamyayê ye
 Mijara vê edebîyata dewlemend zarên êtîm, qehremanên ku bi rojan şer kirine, tirsonekên ji rovîyan cambaztir, egidîyên xortên Kurda, keçên ku xwe ji xorta girtine, kal û pîrên ku erd û ezman li hev anîne, mîrên baş û nebaş yên meraqlîyên nêçîrê, pêşengên ku li hember dijminan şer kirine, têkilîyên di navbera aşiqan û mînakên îxanetan e
 Her wiha jîyana xelkê ku tenê bi zargotinê ve xwe îfade kirine de muzîk, di qadek gelek bilind û girîng de cîh girtîye
 Helbet sedema vê bi giranî, ji ber şert û şûrtên cûrbecûr, astengîyên li ber bikaranîna zimanê dayîkê ye
 Hinek lêkolîner bal dikşînin ser zêdeyîya folklora Kurda
 Sedema wê jî bêguman, wek ku me li jor jî got, tunebûna çand û edebîyata nivîskî ye
 Çanda devkî yê ku behs dibe jî, bi saya dengbêja heta roja me hatîye
 Lê her çiqas ku giranî û serdestîya dengbêja hebe jî, nayê gotin ku çand û muzîka Kurda bi temamî homojen e
 Bi berevajî, gorî heremên ku Kurd lê ne, cihêrengîyên piralî hene
 Sedema vê ya bingehîn jî helbet taybetîyên erdnîgarî û hevbandorîyên bi xelq û miletin din re ne


Taybetîyên Kevneşop

Muzîka Kurda bi esasê xwe ve anonîm e û ya gel e
 Bi giranî derdmend û xemgîn e
 Bi destê dengbêja xwe girtîye û belav bûye
 Kilam, bi parzemînên ku dubare dibin ve çêbûne
 Firqa parzemînan, tenê guhertina gotina ye
 Kilam û stiran tev, serî heta binî bi heman halan ve didome
 Tê de ritîmên bişahî yên ku herkên kilama biguhurînin tune ne
 Lê tenê di destanan de, ji bo aksîyonan, di her beşek de qalibên bi rîtm hene
 Muzîka kevneşop ya Kurda yekdeng e û xwedîyê karektera vokal e
 Bi piranî enstruman tune ye, yên heyî jî, jibo bandora peyamê li ser guhdar zêde bike bikar tê û di rolek duyemîn de ye
 Jîyana koçberîyê gelek tesîr li muzîkê kirîye
 Hilgêra zozanan, dagera deştan, pîrozkirina zayîna berxan, beranberdan û her kar û barên koçerîyê bûye mijara muzîkê
 Muzîka Kurdên çîyayî û yên bajarî jî cûda ye
 Di muzîka çîyayîyan de meqamên teqildar û enstrumanên wek bilûrê heye
 Lê muzîka bajarîyan aramtir e û bi saz e
 Meqamên ku bi kar hatine yên wek rast, newrozî, kurdî, çargeh û hîcaz in
 Dikare bê gotin ku muzîka Kurda hevpar û şirîkê meqamên Rojhilata Navîn e
 Awaza muzîka Kurdî, dikare di her dereceyek de destpê bike, lê bi dengê bingeh ve temam dibe
 Awaz, bi giştî zirav, bi teqil û xulxulandin e
 Jixwe di pîvanên kilaman de es jî tune ye


Hin Enstruman

Bilûr; piranî bi darê qeysîyê çê dibe û enstrumanek hevpar ya hemû miletên Rojhilata Navîn e
 Di Kurda de zêdeyî dengbêjên Kurdên Yêrîvanê bikar anîne
 Dengek nerm e û nêzî rengê dengê însana ye
 Zirne; bi giştî pergala mirtiba ye û bi dahol bikar tê
 Duzane; celebek zirne yê bi duqamûş e û li herêma Behdînan de bikar tê
 Tembûr; wek saza Kurda tê zanîn
 Bi zêdeyî Kurdên Sûrîyê û İraqê bikar tînin
 Santûr; wek qanûnê ye lê têlên wê kêm in, bi darek ve dixebite û enstrumana Kurdên Îranê ye
 Def (Erbane); bi du celeb e û li ser tarê zengil hene
 Him di ayînên dewrêşan de, him jî bi kilama ve bikar hatîye
 Dahol; di her heremê de bi kar tê, di destpêka xwe de zêdeyî ji bo bangê û ragîhandinê bi kar hatîye, îro tenê di dewat û dîlana de, bi zirne ve bikar tê
 Rebab; kêmtêlek wek kemençê ye û li herêma Botan bi zêdeyî bi kar tê
 Keman; di destê Kurdên Dersimê de tê dîtin û gorî çavkanîyan heye ku ji Ermenîyan hildabin
 Qirnata (klarnet); ji herêma Dersimê û Elezîzê ye
 Û saz; wek muzîka gelek miletên rohilatê, pergalek sereke ya muzîka Kurda ye jî
 Bi zêdeyî di semahan de bikar hatîye lê paşê bûye enstrumanek muzîka nûjen ya polîtik


Dengbêj û dengbêjî

Kilam, bi qaydê lawje ya muzîka folkê tê xwendin
 Lê bi maweyên xwe kin e
 Hevokên dîyar ya qaîdeyan û mijaran heye
 Lê di kilamên dengbêjan de taybetîya bingeh, serpêhatî ye
 Meqam tenê alavek e ku guhdar pê bikeve bin bandora çîrokê
 Di heman demê de meqam, xêva dengbêj bihêz dike û zindî digre
 Dengbêj bi meqaman ve atmosfera bûyarê ava dike û pê guhdaran rageş dike
 Huseyînî, ûşak û hîcaz meqamên sereke yên kilaman e
 Usûla xwendina dengbêja resîtatif e
 Dengbêj bi vê usûlê ve kelîme û hevokan li ser hev lod dikin
 Xêncî vê bi Evdalê Zeynikê ve, perwerdekirina şagirtan, wek qaîde û kevneşopîyek teze dikeve çanda devkî
 İdî her dengbêjek çend şagirt bi xwe re digihîne
 Jixwe huner û kevneşopîya dengbêjîyê her wiha li ser xwe maye
 Bi gorî çavdêrîyên lêkolîneran, sê cureyên dengbêjan heye: Yek ji wan dengbêjên xelqê ne, ji nav xelqê derketine û bi xelqê re mane
 Efsane, mîtolojî û serpêhatîyên xelqê gotine
 Yê duyem, dengbêjên dîwanan bûne, dîwanên axa û began, mîr û paşayan de gotine
 Cureya sêyem jî dengbêjên gerok in ku gund bi gund gerîyane
 Hunera dengbêjîyê bi giştî di şevbihurkan de icra bûye
 Şevbihurk, bi taybetî di şevên dirêj yên zivistanan de, him di dîwanên axa, beg û paşayan, him jî di cimaetên gundan de saz bûne û di wan şevbihurkan de carna dengbêj ketine lecê
 Leca dengbêjan car hebûye sê çar rojan, car hebûye şeş heft rojan domandî ye
 Di dîroka dengbêjîyê de du lecên ku en zehf tên zanîn û îro jî hê behs dibe, ya Evdalê Zeynikê û Gula File û dîsa ya Evdalê Zeynikê û Şêx Silê ye
 Kilamên cûr be cûr yên van herd leca hê jî tê gotin
 Di kilaman de aktorên nebaş kor û seqet, yên baş û pak jî tîtal û çelengên xorta û siwarên hespên baş in
 Em dikarin bêjin “Metê” ku kilameke Evdalê Zeynikê ye û ji Şeroyê Biro hatiye bihîstin, yek mînakê vê taybetîyê ye
 Dengbêjên dîwanan yên mîr, paşa û began bi zêdeyî qehremanî û serpêhatîyên mîrên xwe, dîroka eşîra û pevçûnên di nav wan dexistine mijarên kilaman û qeydan
 Jixwe ji bo ku serpêhatîyên wan qeyd bibe mîr, beg û paşa dengbêj hildane bin bask û dîwanên xwe
 Mesela Gula File dengbêja Surmelî Memed Paşa bûye, Evdalê Zeynikê berê dengbêjê Hesen Begê Sîpkî bûye, paşê ew jî çûye gihîştîye Surmelî Memed Paşa, dîsa Şêx Silê dengbêjê Tarxan Begê Qelenîyê bûye
 Dengbêj muzîsyenên profesyonelî nebûne, bi peretî kar nekirine
 Lê pêdivîyên wan ji alî cimaeta wan, yan jî ji alî mîr, paşa û begên dîwanê ve hatine tedarîkkirin
 Herwiha hewce ne dima ku dengbêj bixebitin
 Kawîs Axa, Şêx Silê, Gula File û Evdalê Zeynikê wek mînak in
 Bi taybetî li Serhedê gava ku behsa dengbêja dibe, du navend tê aqilê guhdara: Yek sêlinga gola dengbêja ne, ku di navbera İntab, Milazgir û Qereyqazî de peyda ye
 Evdalê Zeynikê, Gula File, Bedîhê Çavşûşe (Bedîhê Kor), Ferzê, Reso, Şakiro, Tahiro, Zahiro, Mistefayê Xelê Heyran, Mistefayê Çiftborî, Mihemedê Canşah, Mihemedê Xilxile, Mihemedê Beyro, Mihemedê Panîyê, Hecî Evdilkerîmê Panosê, Nesoyê Zado, Evselamê Koşkê, Nûroyê Meter, Ahmedê Heliksan û gelekên din dengbêjên vî golî ne
 Navenda duyemîn jî bêguman Radyoya Rewanê ye
 Radyoya Rewanê bi serê xwe navendek zexm ya dengbêjîyê ye
 Esas meriv dikare bêje ku Radyoya Rewanê ne tenê navend bûye, di heman demê de wek dibistanek rol leyîstîye


Radyoyên Rewanê û Bexdayê

Piştî salên çil û pêncîyan, li Rewana Ermenîstanê û li Bexdaya İraqê, radyoyên dewletan cîh dane beşên Kurdî û her wiha cara yekem bi Kurdî weşan çêbûne
 İdî Kurd dengbêjên xwe, kilam û çîrokên xwe, derd û kulên xwe, deng û behsên xwe bi zimanê xwe guhdar kirine
 Tesîra radyoyan li ser civak û cumaeta Kurda gelek zêde ye û divê sosyopsîkolojîya vê tesîrê bibe mijara gotarên zanîstî
 Piştî Rewanê û Bexdayê li Ûrmîye, Kîrmanşahê, Qahîreyê û Tehranê jî weşanên Kurdî destpê kirine
 Lê ya herî bi bandor bêguman Radyoya Rewanê ye
 Radyoya Rewanê, bi piştgirî û destûra Yekitîya Dewletên Sovyet yên Sosyalîst ve, di sala 1955an de li Rewanê dest bi weşanê kirîye
 Weşan, heftê de çar roj, bi qasî 15 deqe wek test destpêkirîye
 Piştî du salê radyoyê temam dibe, Hikumeta Ermenîstan û Yekitîya Sovyetê, di sala 1957an de ji bo rêvebirîya radyoyê komîsyonek ava dikin û serkarîya radyoyê didin Xelîlê Çaçan (Xelîl Muradov)
 Xelîlê Çaçan evî karî heta sala 1981an bi rê ve dibe
 Xelîlê Çaçan, bi xebatên xwe yên qedirbilind ve 1800 kilam qeyd kiriye û hemû taybetmendîya folklora miletê xwe gîhandîye guhdarên radyoyê
 Gava ku behsa Xelîlê Çaçan û Radyoya Rewanê dibe, meriv spîkera bi navûdeng Eznîva Reşîd ji bîr neyîne nabe
 Eznîva Reşîd, spîkera yekemîn ya zimanê Kurdî ye û heta salên 1982an, bi qasî 27 salan, dengê xwe gîhandîye guhdarên xwe yên ezîz
 Îro kesên ku emrê wan ji çil salî zêdetir be, hema bêje herkesê ji wan, qet nebe carek bûye guhdarê dengê Eznîva Reşîd û bi anonsên wê gelek dengbêj nas kirine û ji wan hez kirine
 Eznîva Reşîd, her wiha di hêlûna dilê miletê xwe de cîh hilda ye
 Lîsteya dengbêjên Rewanê dirêj e
 Karapetê Xaço, Şeroyê Biro, Meryem Xan, Aram Tîgran, Sûsîka Simo, Zadîna Şekir, Aslîka Qadir, Efoyê Esed, Reşîdê Baso, Fatma Îsa, Egîdê Têcir, Neçoyê Cemal, Mecîdê Silêman, Şebabê Egîd, Belga Qado, Dawûdê Xilo, Ahmê Çolo, Asa Evdal, Xana Zazê, Şiblîyê Çaçan, Mirazê Egîd, Werda Şemo û gelekê din li ser vê radyoyê gihîştine dilên guhdarên xwe
 Xêncî dengbêjan divê bilûrvanên wek Egîdê Cimo, ku jê re gotine “mîrê bilûrê” û Xelîlê Evdile jî ji bîr bê
 Şamilê Beko jî jxwe bi zirne ve hunera xwe xebitandîye
 Radyoya duyem ya Bexdayê ye
 Weşana beşa Kurdî ya Radyoya Bexdayê, dikare bê gotin ku xwedîyê weşana yekem ya Kurdî ye
 Di sala 1939an de vedibe
 Du sê salan rojê carek tenê 15 deqe diweşe
 Paşê, bi salan hey zêde dibe û digihîje 2saet 45 deqeyan
 Mihemed Arif û Hesen Cizrewî, Hesen Zîrek, Mihemed Şêxo, Elî Merdan, Tehsîn Taha, Meryem Xan, Eyşe Şan, Îsa Bervarî, Kawis Axa dengbêj û hunermedên sereke yên Radyoya Bexdayê ne
 Di nav hunermendên Kurmanc yên jin de Meryem Xan e ku yekemcar plak derxistîye
 Radyoya Bexdayê her çiqas berîya Radyoya Rewanê dest bi para Kurdî kiribe jî, bi qasî radyo û dengbêjên Rewanê tesîr li civak û cimaeta Kurda nekirîye
 Di Radyoya Bexdayê de hin enstrumanên muzîka Ereban jî carna bikarhatîye, lê di Radyoya Rewanê de tim bilûr, meya, carna zirne ku tenê enstrumanên muzîka Kurdîya folklorî ne, bikar hatine
 Kilamên wek Lawikê Metînî, Filîtê Kuto, Hekîmo, Baro, Koçero, Keleşo, Dîno Lawendo, Metê, Xozan Daxê, evînên wek Sîyabend û Xecê, Mem û Zîn, Memê û Eyşê, destanên Dewrêşê Evdî, Hemê Mûsê ku li ser meqamên kilaman, bi hunera dengbêjan li dîwan û cimaetên Kurmancan de digerîyan, idî bi radyoyan ve hingî diçû di nav milet û dûrahîyan herêman de berfirehî belav dibûn
 Her wiha, bandora radyoyan him li ser guhdar, cimaet û civakê, hem jî li ser hunermend û dengbêjan de gelek mezin bûn

 

Dawîng

Dîroka muzîkê kevn e
 Meriv li ser hûr be dikare heta çar hezar salên berîya zayînê here
 Lê divê bê gotin ku muzîk, bi seremonîyên olî, bi îbadetên oldaran ve ketîye jîyana civaka
 Mûzîk ancax piştî serdema nêçîrvanîyê, bi destpêka serdema cotkarîyê ve, xêncî îlahî û lavlavîyên olî, hes, çîrok, destan û efsaneyên beşerî xistîye mijara xwe
 Her wiha dîroka muzîka Kurda jî, wek yên hemû medenîyatan, bi destê oldar û dewrêşan ve çêbûye
 Lê di folklora Kurda de taybetmendîyek din jî heye, ew jî lorîna dayîkan e
 Lorîka dayîkan û jinên ku di şînan de li ser mirîyan stirane (ji wê ra dibêjin ”nivatine”), bûne serateyek din û bingeh ji muzîka folklorîk re
 Her wiha lorîn û lîyanên dayîkan, ketine qalibên meqaman, bûne kilamên dengbêjan, li ser pişta pêlên nifşên teze siwar bûne, ji kûrahîyan dîrokê filitîne, hatine gihîştine me
 Xwedêkirî hatine…

Çavkanî

Geleneksel Kürt Müziğine Genel Bir Bakış, N.N. Çelebi, V Yıldırım, A.G. Ataş, www.cafrande.com

Sê Radyoyên Girîng di Dîroka Kurdan de, R.Xelîl, www
candname. com

Dîya Min, Gulsoz Ucê, Kovara Buhar

Antolojîya Dengbêjan (Şakiro), Ö.Güneş, İ.Şahin, Nûbihar

Şaîrê Kurda yê Efsanevî Evdalê Zeynikê, Ahmed Aras, Akyad

Kilam û Jin, T.Çiftçi, Nûbihar

Fehmi Atmaca, Mala Dengbêja, Agirî

Dengbêj Tefik Deniz

Dengbêj Hikmetê Panîyê

Amadekirina fotoyê: Nura Şane

Riataza

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin