Di çarçoveya peymana Cenêvê de HSDê 81 zarok ji nav hêzên xwe desrxistin

Di çarçoveya peymana Cenêvê de HSDê 81 zarok ji nav hêzên xwe desrxistin

Di çarçoveya peymana Cenêvê, HSDê dema borî de, 81 zarokên di bin 18 salî re ji nava rêzên xwe derxistin û vegerandin malên wan.

A+A-

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Netewên Yekgirtî di 29ê Hezîrana 2019an de li Cenêvê peymanek îmze kir. Li gor rêkeftinê, HSD nikare zarokên di bin 18 salî re têxe nava şer û çekan têxe deste wan.

Li gor Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ebid Hamid El-Mehbaş diyar kir, HSD û Rêveberiya Xweser ji bo pêkanîna bendên wê peymanê, di dema dawî de 30 kur û 51 keçik ji nava rêzên HSDê derxistin û vegerandin malên wan.

Di roja 29 Tebaxa borî de, Rêveberiya Xweser û HSD di daxuyaniyeke hevbeş de ragihandibû, wan mekanîzmak daniye, ji bo welatî, malbat û alî û rêxistinên mirovî bikarin giliyê li dijî her proseyeke biçekkirina zarokan ji aliyê HSDê û hêzên di nava wê de bikin.

El-Mehbaş diyar kir jî, wan 9 nivîsgehên parastina zarokan vekirin, ji bo giliyên malbatên zarokan û rêxistinên fermî tomar bikin. Herwiha ew gilî jî dê ji HSDê re bêne şandin, ji bo lêkolînê li ser bike û çareser bike.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin