Derwêş

Derwêş

Serdar Roşan

A+A-

Derwêş

de rabe
derwêşê evdî rabe
vê sehera sibehê li edûlê hewar e
hespê boz îro ji te re yar e

binêre
siwariyên şevê li talan
halan bide dost û yaran
me birûskên xêrê divên
ji xwedan azda wekî caran

bila netefe agirê medî
bi sê dengan gazî bike bi kurdî
de lêxên bavê bavê min o hûn ê lêxên
li şengalê findên ronahiyê pêxên

lo derwêşo tu derwêş î
bozê rewan bajo bi serkêşî
rizgar bike law û keçên êzîdî li pêşî

tebax 2014

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
1 Yorum