Daxuyaniyek mecbûrî ji malbata Arjen Arî li ser îddîayên derheqê Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî de

Daxuyaniyek mecbûrî ji malbata Arjen Arî li ser îddîayên derheqê Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî de

Li ser navê malbata Arjen Arî , xwişka wî Necla Arî, kurê wî Behzat Brusk Arî;

A+A-

Ev demeke em weke malbat difikirin ka em bersiva rexneyên ku li ser medyaya civakî ku li ser Pêşbirka helbestan a li ser navê Arjen Arî li dar dikeve bidin an na. Lê em gihane vê baweriyê ku ev îddîa û niqaş bandoreke xirab li ser pêşbirka ku li dar dikeve dike ji ber wê jî daxuyaniyek bu ye pêdiviyek ji bona me.

Galegal û gotinên ku ji juriya ku di ber kar û barên xweyî rojane de kedek dane vî karî de tête nivîsîn ji aliyê me ve nayê pejirandin. Berî hemû tiştî bi baweriya me mirov tiff nav rûyê xayînan dike, tu kesek ji endamên juriyê jî ne xayîne.Weke ku tête zanîn bi taybetî endamên juriya sala 2017 an û yên berî wê û yên pistî wêna jî kesên xwedî kedeke mezinin di wêjeya kurdî de. (( Ji bilî Necla Arî ku xwendewanek ji rêzê ye))

Narîn Yukler dibêje" min helbestên xwe bi xwe wergerandine". Diziya kesekî nekiriye, helbestên kesekî /ê li ser navê xwe neşandine pêşbirkê bi qasî ku em dizanin. Heger endamên juriyê negihiştine baweriya ku ev helbest wergerin ev jî ji jêhatîbûna wergerê ye. Em dixwazin van rêzan ji e-maila Narîn Yukler ê ku weke bersiva pirsên me ji mere rê kiribû bi were parve bikin "piştî min xelat wergirt min dest ji nivîsîna tirkî berda. Gelek kovara ji min helbestên tirkî xwestin, lêbelê min ji wan re got ku , min dest ji nivisîna tirkî berdaye."17.08.2018. Bi baweriya me armanca pêşbirkê piştî xwendina wê risteyê bi cî hatiye.

Xelata li ser navê Arjen Arî helbestvanek ji zimanê tirki bi dur xistiye, yek li zimanê kurdî zêde kiriye. Em baş dizanin ku Arjen Arî jî wê bi xwendina van rêzên Narîn Yuklerê bextewar biba. Bi hevoka Arjen Arî, Narîn Yuklerê jî" telaqê tirkiya kiriye destê wê" di warê helbestê de.


Weke ku tête zanîn haya kesekî di juriyê de jê tuneye bê xwediyê dosyayan kî ne . Piştî ku endamên juriyê raya xwe eşkere dikin, navê xwediyê/a dosyaya yekemîn tê eşkere kirin.

Bi qasî ku werger ne tercîhe di vê pêşbirkê de," şertekî ku bibêje ku nivîskar helbesta xwe ji zimanekî din wergerine kurdî nikare tevlê bibe" jî tuneye. Û di nirxandina dosyayan de welew ku wê wergerandibe jî haya kesî jê tuneye, ne pêkan e ku çê bibe jî. Wek me got nav ne diyar in. Me rast û rê ji Narîn Yukler pirsiye ma helbestên ku wergerin berê çap bûne an na, bersiv ''Na'' ye.


 

Bi baweriya me pêşbirka ku li ser navê Arjen Arî li dar dikeve xizmetekê ji zimanê li ber dilê Arjen Arî şêrîne re dike û handan e ji bona helbestvanên gencên kurd.

Em weke malbat û bi navê xwe yê berê ,weşanxane û capxaneya Evrenselê (ku ji destpêkê ve li vê pêşbirkê xwedî derketiye, paşê bi KHK hatiye girtin) bi navê xweyî nû Weşanên Sor, emê bi hevre vê pêşbirkê berdewam bikin, ji bona ku ev pêşbirk bête domandin malbat û Weşanên Sor tişta ji destê me bê em ê bikin.

 

îsal pêşbirka şeşemîn ji aliyê me û Weşanên SOR(ku weşanxaneyeke kurd e) ve tê lidarxistin. Pirsa' Bê çima dezgeh û weşanxaneyên din ên kurd di vê pêşbirkê de cî nagirin, lê xwedî dernakevin' bi baweriya me dikare ji wana bê pirsîn. Di 2013 an de, gava cara yekemîn pêşbirk li dar ket çend dezgeh û weşanxaneyan têde cî girtibûn, hinek hatin girtin bi (KHK), hineka jî xwe jê vekişand. Tu astengî li ber tu kesan, tu saziyan tuneye, heke bixwazin piştgirî ya vê pêşbirkê bikin, lê xwedî derkevin.

Weke encam di vê pêvajoya tund û zehmet ya ku em kurd têde ne, armanca vê pêşbirkê bi tenê xizmete bo wêjeya kurdî. Bi dîtina me ew dijayetî zirarê digihîne nirx û têkoşîna gelê me. Û bê hurmetiyek e li himberî Arjen Arî û hezkiryên wî.

Em weke malbata Arjen Arî ji wê helwest û nêzikbûna dijayetîya tund xemgîn in û hêvî dikin her kes bi berpirsyarî û pozitîf tev bigere.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin