Çiya û daristanên Efrînê jî tên şewitandin!

Çiya û daristanên Efrînê jî tên şewitandin!

Agir bi çiya û daristanên Efrînê ketiye û çalakvanên Efrînê grûpên çekdar ên di bin fermana artêşa Tirkiyê de kar dikin bi pêxistina agir tometbar dikin.

A+A-

Agir bi çiya û daristanên Efrînê ketiye û çalakvanên Efrînê grûpên çekdar ên di bin fermana artêşa Tirkiyê de kar dikin bi pêxistina agir tometbar dikin.

Jêderekî ji K24ê re da zanîn, îro agir bi daristana gundê Hec Hesna û Tetera yên navçeya Cindirêsê û daristana Navçeya Bilibilê ketiye û hîna ew agir berdewam e û beşek mezin ji daran hatine şewitandin.

Got jî, vemirandina agir bi karînên kêm û hewla welatiyên sivîl û Encûmena Cindirêsê ya Sivîl tê kirin û artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar tê alîkariyê nakin.  

Çalakvanên Efrînê grûpên çekdar ên di bin fermana artêşa Tirkiyê de kar dikin bi pêxistina agir tometbar dikin û dibêjin, grûpên çekdar agir bi çiya û daristanên Efrînê dixînin, ji bo di pişt re wan daran bibirin û wek êzing wan daran bifiroşin.

Havîna sala bûrî jî çekdaran agir bi çiya û daristanên Efrînê dixistin û beşek mezin ji daran şewitandibûn û artêşa Tirkiyê ti hewldan ji bo vemirandina wan agiran nedikirin û hewla welatiyên sivîl dihatin vemirandin.

 

 

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin