“Çima kenaleke taybet bi nimayişkirina fîlmên kurdî nîne?”

“Çima kenaleke taybet bi nimayişkirina fîlmên kurdî nîne?”

Em bala xwe bidinê, li her welatekî bêhtir ji çend kenalên taybet bi nimayişkirina fîlmên Sînemaya wî welatî hene, wek nimûne hejmarek ji kenalên Erebî hene rojane hejmareke fîlmên Erebî diweşînin.

A+A-

Idrîs Hiso

Ji bo bîranîna koça dawiyê ya Yelmaz Goney û lidarneketina festîvala Duhokê ya Fîlman.

Sînema roleke wê ya mezin di perwerde û afirandina mirovê bîrwer û zana de heye, herwiha sînema roleke girîng di perwede û avakirina nifşê nû de dilîze.

Li Kurdistanê hejmarek telvizyon hene, bêhtirên xwe girêdayî Başûrê Kurdistanê ne, di wan telvizyonan de hejmarek ji zincîre dirama û fîlmên welatên Koreya, Tirkiyê, Hindistan, Amerîkayê û fîlm û diramaya Erebî, piştî ku tê doblackirin têne nimayişkirin, di heman demê de yek fîlmê Kurdî nayê nimayişkirin.

Bê goman cîhan îro li ber mirovan vekiriye, lê dirama û sînemeya her welatekî kêşe û pirsgirêkên wî welatî li gorî asta pêşketin û rewşa civata wî welatî û berjewendiyên wî yên polîtîk û abûrî dixebite û berhemên xwe piştre jibo welatên din jî bi pereyan difroşin.

Em bala xwe bidinê, li her welatekî bêhtir ji çend kenalên taybet bi nimayişkirina fîlmên Sînemaya wî welatî hene, wek nimûne hejmarek ji kenalên Erebî hene rojane hejmareke fîlmên Erebî diweşînin.

Ji xwe tê nasîn ku fîlmên sînema her sax in û namirin, akterê Misrî yê binavûdeng Nûr Elşerîf dibêje: “Fîlmên Misrî mîna Ehramatên(Pyramids) wê ne, namirin, lê belê ev Ehramatên bi can in, tevdigerin û diaxifin.”

Ji ber vê û ji ber ku bi dehan fîlmên Kurdî hêja hene, û xelatên cîhanî bidestxistine, lê bi tenê di festîvalên cîhanî de têne belavkirin, û bêhtirê xwe ji aliyê xeynî Kurdan ve têne dîtin, lewma hebûna kenalelke Kurdî taybet bi nemayişkirina fîlmên Kurdî zor girîng e û pîwîstiyeke mezin e ji bo civata Kurdî.

Derbarê vê mijarê sînemakar, nivîskar û akterên Kurd çi dibêjin?

Derhênerê Kurd Sahîm Omer Xelîfa dibêje: “Telivizyonên Kurdî naxwazin pereya bidin jibo nimayişkirina fîlmên Kurdî, herwiha rêzê jî li hunera xwe nagirin, fîlmên Kurdî ji aliyê kompaniyên biyanî ve têne berhemanîn, heta ku fîlmeke were nimiyaşkirin li ser kenalekê divê ew kenal pereyan bide wan kompaniyan, herwiha tiştê diyar ku bigiştî fîlm nayên nimayişkirin, lê niha ji ber ku derhênerê navdar Şewket Emîn Korkî bûye rêveberê telvizyona WAAR dibe ku fîlmên Kurdî werin nimayişkirin, ji ber Şewket qedir û qîmetê vê yekê dizane.”

Herwiha got jî: “Diyare heta niha rayedarên Kurd nizanin bê sînema ciqasî alîkariya doza gel û welatê me dike.”

Ji aliyê xwe Niviskar û Rexnevanê berhemên sînema Ibrahîm Ebdê got: “Ragihandina Kurdî ji aliyê partiyên siyasî ve tê birêvebirin, partiyên siyasî jî wek pêwîst guhdanê bi sînema nadin, ew partî kenalên telvizyonî li gorî pîvanên xwe dixwazin, bi navê wan biaxive, wêneya wan di çavê bîner ciwantir bike, bêyî ku huner û çand bala wan bikşîne, ji ber huner herdem pirsan diafirîne û desthilat jî herdem naxwaze rewş were guhertin û wek xwe bimîne.”

Li vir pirsek tê hole, aya çima dewlemendên Kurd vê kenalê venakin, lê tê zanîn ku xwedan sermiyan herdem dixwazin ku qezinceke zû bidestbixin, lewma berê xwe didin bernameyên sivik û xwedan qezincekî bilez û serê xwe bi huner û pirsên çandî re naêşînin.”

Berdewam dike: “Lê divê mirov bê hêvî nebe, ji ber aliyên pêwendîdar, çi Hikûmeta Herêma Kurdistanê be, çi Rêveberiya Xweser be, divê kenaleke taybet bi nimayişkirina fîlman vekin, fîlmên kevin û nû tê de nimayiş bikin, dûr ji bîroka qezenca bilez.”

Nivîskar Konê Reş ji Qamişlo got: “Dema ku kurd perçe bin, di şerê azadiyê de bin, statûyeke wan a serbixwe û azad nebe, zehmete ku karibin telvîzyoke Kurdistanî taybet bo sînemayê damezirînin.. Nexasim ku şêwezar û alfabeya kurdî ne yek be.. Belê, ez jî bi te re, rola sînemayê (Hunera 7an), zor mezin e di pêşketin û şiyarbûna miletan de.. Nexasim ji miletê me yê kurd re.. Ev miletê ku di gelek waran de li paş maye.. Sîneme, hunera7an, eva ku 6 hunerên wêjeyî di hundirê xwe de kom dike wek helbest, çîrok, şano, roman, deng û reng û tev neferên malê Karin bi hêsanî lê temaşe û guhdarî bikin.. Dawî dibêjim; xwezî telfîzyoke taybet bi sînemayê ji me kurdan re heba, lê di vê serdemê de gelekî zor e..”

Derhêner Ardin Diren dibêje: “Ji bo çareserkirina pirsa li jor televîzyonek wiha bersiva herî berbiçav e. Ji lewre ciyekî ku kurd sînemaya xwe bibînin tune ye, ango belavkirin pir qels e. Ji bo vê yekê festîvalên sînemayê girîng in lê têrê nake pêdivî bi televizyonan jî heye. Ji ber ku tuneye ew jî berê xwe didin qadên din û ew qad her roj wan ber bi bişaftinê dibe. Li qenalên biyanî temaşe dikin ku tu eleqeyeke wan bi çand û zimanê me tune ye. Helbet ji bo vê yekê aboriyek hewceye û divê kesên dildarê sînemayê bin yên ku dikevin bin barek wiha. Di vê qadê de valahiyek mezin heye bêguman û divê derdorên kêm zêde ji vî karê fêhm dikin serê xwe biêşînin û destê xwe bixin bin vî barî. Lê çawa? Bersivandina vê zehmet e ji lewre rasterast bi aboriyê ve girêdayî ye. Karê televizyonê hinek wiha ye mixabin. Girîngiya hebûna televizyoneke wiha ji bo kurdan gelek zêde ye. Rojek berî rojekê divê ev pêk were.”

Ji aliyê xwe ve derhênerê fîlmên dîkomênterî Kerem Tekoglu dibêje: “Dixwazim bersiva vê pirsê piçek bi rexne bidim. Her Qenalên kurdî mixabin ji bilî propaganda ya partî û dezgeya xwe zor kêm cih didin karên kulturî. Belkî ji sedî pênc. Û di vî sedî 5 de cihê sinemayê hema bêje qet nîne. Çend Qenalên qaşo kulturî û magazînî hene ew sed mixabin ku rêzefilmên Tirkan bi dublajê didin weşanê. Ev yek jî tirkbûnê bi destê endezyarên birdoziya civaka Tirkan di malê me Kurdan de mayinde dike. Ev bi xwejî malkambaxiye ku em bi perê xwe bı keda xwe û destê xwe, dejenere û asîmle dibin. Ji ber vê yekê ye ku bazara sinemaya Kurdan tune. bi dehan filmên sinemayê ji aliyê sinemagerên Kurd ve bi sed zor û zahmetiyan hatine çêkirin lê haya tu kesî jê nîne. Ev cihê mixabiniyê ye ku ew derhêner careke din nikare xebatek nû amade bike.”

Sînema bi çi zimanî be, dewlemendiye ji wî zimanî re, herwiha dewlemdiye ji ferhenga (çanda) miletê ku bi wî zimanî daixife, sînema çanda miletî bi xwe re dibe hemû welatên cîhanê, dibe ku fîlmek nerîn û hestê mirov biguhere, lê her welatek ji bo xwe û berjewendiyên xwe sînema çê dike, lewma pêdiviye ku Kurdistanî fîlmên sînemaya Kurdî bibînin, pêwîste ew fîlm têkevin mala her Kurdekî, çinko hatine çêkirin ji bo kurd wan bibînin, di vê mijarê de, çare nîne ji bilî ku kenale Kurdî taybet bi nemayişkirina fîlmên kevin û nû yên Kurdî were saz kirin.

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin