
Sefîn Dizeyî: Destpêka 2026ê Korbenda Aborî ya Herêma Kurdistanê bi Amerîka û Brîtanyayê re tê lidarxistin
.
Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand: “Konsulxaneyên welatan di avakirina têkiliyên aborî yên bihêz de roleka girîng dilîzin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî gelek hêsankarî ji bo sermayedaran kirine.”
Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî îro (Pêncşem, 18.12.2025) ragihand: “Sektora taybet di pêşxistina aboriya Herêma Kurdistanê de roleka girîng lîstiye, Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî gelek hêsankarî ji bo sermayedarên navxwe û yên biyanî kirine da ku sermayeyên xwe li navxweya Herêma Kurdistanê bi kar bînin.”
Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa got: “Ji bo sala sêyê, Mala Kurdî li Davosê sermayedarên biyanî teşwîq dike ku sermayeyên xwe li Herêma Kurdistanê bi kar bînin.”
Sefîn Dizeyî amaje jî da: “Konsulxaneyên welatan di avakirina têkiliyên aborî yên bihêz de roleka girîng dilîzin, bi taybetî îsal hejmareka korbendên girîng ên aborî hatin lidarxistin.”
Navbirî eşkere jî kir ku, li destpêka sala bê korbendeka aborî di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de û herwesa di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê de tê lidarxistin.
Herwesa şandeka Almanyayê jî dê serdana Herêma Kurdistanê bike. Hikûmeta Herêma Kurdistanê di nasandina derfetên veberhênanê de serkeftî bûye.
K24

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin