
ENKSê di Cejna Êzî de: Mafên Êzidiyan rewa ne û divê bên parastin
.
Sekreteriya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS), bi boneya Cejna Rojiyên Êzî peyameke pîrozbahiyê weşand û tekezî li ser parastina mafên Êzidiyan û vegera wan kir.
ENKSê îro 19ê Berçileyê daxuyaniyek belav kir û Cejna Rojiyên Êzî li Kurdên Êzidî yên Sûriyeyê û cîhanê pîroz kir, hêviya cejneke pîroz û rojiyeke qebûlkirî ji wan re xwest.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev cejn di demekê de tê ku êş û azara gelê Sûriyeyê bi giştî û ya pêkhateya Kurdên Êzidî bi taybetî berdewam e. ENKSê bal kişand ser bandora şer, teror û koçberiya bi darê zorê û got ku bi hezaran koçber di rewşeke mirovî ya dijwar de dijîn ku dijî pîvanên mafên mirovan e.
ENKSê di peyama xwe de hişyarî da ku zêdebûna metirsiya teror û tundrewiyê li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê, gefeke cidî ye li ser aştî û aramiyê û bingehên pêkvejiyanê têk dide.
Herwiha ENKSê her cûre teror, tundî û gotara kînê şermezar kir û daxwaz kir ku li şûna van, çanda lêborîn, diyalog û rêzgirtina hevbeş were çespandin.
Di dawiya peyamê de, ENKSê careke din piştevaniya xwe ya tam ji bo Kurdên Êzidî nîşan da û daxwaza dabînkirina dadperweriyê, dadgehkirina wan kesên ku tawan li dijî wan kirine, misogerkirina vegera koçberan bo ser mal û milkên wan bi awayekî ewle û bi rûmet û parastina mafên wan ên neteweyî û olî yên rewa kir.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin