
Ramî Ebdirehman: DAIŞ derbaz bûye nav Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê
.
Birêvebirê Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan haydariyeka tund li ser xetera serhildana terorê û komkujiyên pêkhateyan li Sûriyeya nû da hêzên navneteweyî û aliyên peywendîdar. Eşkere jî kir ku, çekdarên DAIŞê derbaz bûne nav cihên hestyar ên Wezareta Navxwe û serokên milîsan li dijî Kurdan û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) zimanê gefan bi kar tînin.
Birêvebirê Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan Ramî Ebdirehman di nirxandinekê de li ser rewşa niha ya Sûriyeyê got ku, Ehmed Şera komên çekdar tenê wekî karteka zextê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne û heta pesnê komên ku li Suweydayê xelk aware kiriye û komkujî kirine jî daye.
Ramî Ebdirehman amaje jî da ku kesatiyên wekî Ebû Fazil, ku îdîaya hebûna 500 hezar çekdarên neqanûnî dike, û Ebû Emşe, ku bi helwestên xwe yên tund li dijî Kurdan tê nasîn, bi rengekê eşkere gef kirine ku ew dê êrîşî deverên rojhilatê Firatê bikin.
Navbirî eşkere jî kir: "Ebû Emşe li Efrînê xwedî dîrokeka pirî tawan e û bi çavê kerb û kînê li neteweya Kurd dinêre, ji ber vê yekê hebûna kesên wesa di her pêkhateyeka leşkerî ya paşerojê de xetereka mezin e."
Birêvebirê Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan li ser helwesta Hêzên Sûriyeya Demokratîk jî ron kir ku, ew hêz dixwazin tevlî artêşeka neteweyî ya yekgirtî bibin ku li ser bingeha hevpariyê hatibe damezrandin, ne artêşek ku bibe sedema dubarebûna senaryoyên Efrînê û komkujiyên Kurd, Elewî û Durziyan, ji ber ku tevlîbûna di artêşeka wesa de wekî xiyaneta li xwîna 15 hezar şehîdên şerê li dijî DAIŞê de tê hesibandin.
Ev daxuyanî di demekê de tên ku, bizavên danana nexşeya leşkerî û siyasî ya Sûriyeyê zêde bûne, nakokiyên li ser awayê avakirina artêşa nû ya Sûriyeyê û çarenivîsa Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), ku rojhilatê Firatê kontrol kiriye, ji girêyên hişk in.
Aliyên tundrê û hin komên çekdar, ku bi hilgirtina ramanên DAIŞê û rêxistinên terorîst tên tometbarkirin, bizavê dikin ku di bin navên cuda cuda de xwe di dezgehên ewlehiyê yên wekî Wezareta Navxwe de binecih bikin û dijatiya hebûna qewareya Kurdî û pergala demokratîk li deverê dikin. Ev jî xeterê li ser paşeroja aştiya civakî li Sûriyeyê çê dike.
K24

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin