
PWK: Em Qetlîama Meraşê Rûreş Dikin
.
A+A-
47 Sal berê,di sala 1978an, di navbera rojên 19 û 25ê çileya pêşîn de, li bajarê Meraş a Bakurê Kurdistanê qetlîamek li dijî Kurd û Tirkên Elewî hate li dar xistin.
Ev qetlîama ji alîyê hêzên veşartî û yên aşkere yên nîjadperest û faşîst yên Dewleta Tirkîyê ve hatibû organîze kirin û li dar xistin.
Di vê qetlîamê de 111 Kurd û Tirkên Elewî hatin qetil kirin 1500 Elewî jî birîndar bûn.
Di 47emîn salvegera Qetlîama Meraşê de, em vê qetlîamê û qesasên wê rûreş dikin.
Em hemû qurbanîyên vê qetlîamê bi giramî bibîr tînin.
19.12.2025
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)


NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin