Nêçîrvan Barzanî: Hilbijartina Berhem Salih cihê şanaziyê ye

Nêçîrvan Barzanî: Hilbijartina Berhem Salih cihê şanaziyê ye

.

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Dr. Berhem Salih kir ku wekî Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) hatiye hilbijartin.

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de amaje bi wê yekê kir ku wergirtina posteke bilind a navneteweyî ya di vê astê de "nîşaneya baweriya civaka navneteweyî ye bi şiyan, tecrube û pêgeha siyasî û dîplomatîk" ye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got:

"Cihê şanaziyê ye ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê ku Berhem Salih serperiştiya yek ji girîngtirîn dosyayên mirovî yên cîhanê dike."

Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir ku "ji ber tecrubeya wî ya dewlemend, Berhem Salih dikare roleke çalak di kêmkirina êşa penaberan de li ser asta cîhanê bilîze."

Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê jî kir ku xelkê Kurdistanê "ji hemûyan baştir bi êşa penaberiyê dizane" lewma hemû piştgiriya xwe ji bo serkeftina wî di vî erkê nû de dupat kir.

Serokkomarê berê yê Îraqê Berhem Salih ji bo posta Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) hat hilbijartin.

Ev duyemîn posta herî bilind a rêxistina Neteweyên Yekbûyî ye.

Biryar e heta 5 salên bê, kar û barên nêzîkî 120 milyon koçber û penaberan li seranserî cîhanê bi rê ve bibe.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin