Amerîkayê cezayên nû li ser 29 keştiyên Îranê sepandin

Amerîkayê cezayên nû li ser 29 keştiyên Îranê sepandin

.

A+A-

Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê ragihand, di çarçoveya tundkirina dorpêça li ser Îranê de, wan cezayên nû yên darayî li ser 29 keştî û kompanyayên birêvebirina keştivaniyê ferz kirine.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, ev keştî wekî beşek ji "Keştîgela Sîber" a Tehranê tên naskirin û destê wan di hinardekirina neyasayî ya petrol û berhemên petrokîmyayî yên Îranê bo bazarên cîhanê de heye.

Wezareta Gencîneyê diyar kir, ew kompanya û keştiyên ku bûne armanca cezayan, bi sedan milyon dolar berhemên petrolê bi rêbazên xapînok û nezelal veguhestine.

Birîkara Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê ji bo Karûbarên Teror û Hewalgiriya Darayî Jone Hurley got: "Washington dê berdewam be li ser bêparkirina Îranê ji wê dahata petrolê ya ku Tehran ji bo dabînkirina budceya bernameyên xwe yên leşkerî û çekdarkirina komên alîgirên xwe bikar tîne."

Keştîgela Sîber çi ye? 

Zaravayê "Keştîgela Sîber" ji bo wan keştiyan tê bikaranîn ku petrola di bin cezayan de vediguhêzin. Ev keştî bi piranî kevin in, xwediyên wan ne zelal in û bêyî bîmeya navdewletî (sîgorte) seferan dikin. Ev taybetmendî dihêle ku ew li derveyî pîvanên yasayî bimînin û xwe ji çavdêrên navdewletî veşêrin.

Aloziya Washington û Tehranê

Ev pêngava nû ya Amerîkayê piştî wê tê ku di 10ê Berçileyê de, Washingtonê dest danîbû ser keştiya petrolê ya "Skipper" li nêzîkî peravên Venezuelayê.

Peywendiyên navbera Tehran û Washingtonê îsal gihîştine lûtkeya aloziyê. Piştî ku 5 gerên danûstandinên nerasterast ji bo vejandina rêkeftina etomî bê encam man, rewş xirabtir bû. Ev binbesta dîplomatîk di meha Hezîrana borî de bûbû sedema şerekî asmanî yê 12 rojî, ku tê de Amerîka û Îsraîlê çendîn binkeyên etomî yên Îranê bombebaran kiribûn.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin