Çekdaran 8 kes ji 2 gundên Efrînê revandin

Çekdaran 8 kes ji 2 gundên Efrînê revandin

Çekdaran 8 kes ji 2 gundên Efrînê revandin

A+A-

Çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê ve, 8 kes ji 2 gundên Efrînê revandin. Beşek ji wan piştî pere dan çekdaran, hatin berdan.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa çekdar a bi navê Polîsa Leşkerî ji roja 2ê vê mehê ve 3 ciwan ji gundê Maratê revandin.

Navên kesên hatine revandin wiha ne: Ednan Cincî 23 salî, Mistefa Ebdilrehman Xelîl 24 salî, Besam Ebdo Qilêç 17 salî.

Diyar kir, çekdaran piştî çend rojan ciwanê Besam Ebdo Qilêç 17 salî berdan û du kesên din hîna çarenivîsa wan ne diyar e.

Wê rêxistina mafên mirovan ragihand jî, 5 kes ji bajarokê Mabeta ji aliyê Polîsa Leşkerî ve hatin revandin û pişt ji her kesekî 600 Lîreyên Tirkî standin, ew berdan.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, bi hezaran kurdên Efrînê hatine revandin. Heta niha jî çarenivîsa hejmareke mezin ji revandiyan ne diyar e.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin