Çalakvan, alîkarîyan li ser milê xwe digihînin Loristanê

Çalakvan, alîkarîyan li ser milê xwe digihînin Loristanê

Ji ber ku lehîyê, rêya zêdetir ji 40 gundên navçeyên çiyayî yên parêzgeha Loristanê girtîye, çalakvanên Kurd ên sivîl alîkariyan li ser milên xwe û di riyên dijwar re digihînin xelkê wan gundan. Herwiha li Amedê jî kampanyayeke alîkarîyan destpê kir.

A+A-

Kurdistan24ê ragihandîye ku, lehiya hefteya bûrî ya li parêzgeha Loristanê rabûye, bi sedan xanî hilweşandin û gelek xelk derbider bûn û herwiha piraniya riyên çûnûhatinê yên vê parêzgehê hatin girtin.

Piştî hefteyekê, hîna riya zêdetir ji 40 gundên bajarokê Mamolan girtî ne û gihandina alîkariyan ji xelkê wan gundan re gelekî zehmet bûye, lê çalakvanên Kurd ên sivîl bi riya kampîna “Zagros li benda me ye” li ser milên xwe û di çiyayan re hewl didin alîkariyan bigihînin xelkê.

Çalakvanek dibêje: Rê hatine girtin û em neçar in alîkariyan li mil û kolên xwe bigihînin xelkê, lê ti kesek ji bilî xortên Kurd bi hawara vî xelkî nehatiye.

Çalakvanekî din jî dibêje: Lawên Kurdistanê ji Kirmanşan û bajarên din hatin, lê ne berpirsek, ne qeymeqam û endamekî parlemanto ti alîkarî bi me nekiriye.

Her çend e helîkopertên hikûmeta Îranê jî li esmana wê navçeyê digerin, lê wek xelkê wan gundan dibêjin, ta niha ti helîkopterkê alîkarî negihandiye wan û ew nizanin ew mijûlî çi ne.

Roja Yekşemê 4 wezîrên Îranê ji bo guftûgokirina rewşa navçeyên lehî lê rabûne di civîna parlemantoyê de amade bûn û di civînê de Wezîrê Rê û Şaristaniyê ragihand, 6 hezar û 800 cih li riyên Îranê xirap bûne û 725 pire jî bi temamî hilweşiyane.

Tevî ku parêzgeha Loristanê ji hemû deverên din ziyan dîtiye, lê karwanên alîkariyan ji Kurdistanê ve li ser mil û kolên çalakvanên Kurd ên sivîl digihin gundên Kurdistanê.

LI AMEDÊ JÎ KAMPANYAYEK DESTPÊ KIR

Li alîyekî din, li bajarê Amedê jî kampanyaya alîkarîyê dan destpêkirin.

Li Amedê, hin sazî û dezgehên sivîl ku Odeya Bazirganî û Pîşesazîyê ya Amedê DATSO, Komeleya Pîşesaz û Karsazan a Amedê DÎSÎAD jî tê de, bo karesata lehîyê ya li Rojhilata Kurdistanê kampanyaya alîkarîyê dan destpêkirin.

Di daxuyanîya ji alîyê DÎSÎADê ve hat weşandin da, hat gotin ku demildest, pêdivî bi amarên paqijîyê, deterjan, betanî hene.

DÎSÎADê, DATSO wek nanvnîşana komkirina alîkarîyan nîşan da û du hejmarên telefonê bo alîkarxwazan diyar kir ku ev in:

“0412 280 35 50”

“0412 280 35 51”

Di daxuyanîyê da herwiha dan zanîn ku ji ber helwesta Dewleta Îranê, derengî bi komkirina alîkarîyan ketiye û herwiha hat gotin, alîkarîya diravî jî ne qebûl e.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin