Bîlançoya şerê li dijî DAIŞê: 11 hezar şehîd!

Bîlançoya şerê li dijî DAIŞê: 11 hezar şehîd!

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî: "Di encama vî şerî de 11 hezar şervanên me şehîd bûne û 21 hezar birîndar bûne."

A+A-

Ebdî, destnîşan kir ku şerê Kobanî destpêka jinavbirina DAIŞê bû û niha jî piştî şerê 5 salan ew li vê derê têkçûna DAIŞê di aliyê meydanî de radigihînin.

Fermandarê Giştî yê HSDê wiha got: “Bi navê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk û hemû şervanên me û hevalbendên me ku bi me re di heman sengerê de şer kir,  îro em radigihînin ku DAIŞê hate rûxandin û serweriya wê li cihê wê yê herî dawîn li Baxozê hate bidawîkirin.

Şerê Kobanî bû sembola berxwedana cîhanê ya li dijî terorê û destpêkirina têkçûna DAIŞê.  Va ye îro piştî şerê 5 salan dirêj kir, em radigihînin ku DAIŞ di aliyê meydanî de û xetereya wê ya li dijî mirovahiyê têk çû.”

Ebdî destnîşan kir ku di encama şerê dijî DAIŞê de wan derdora 5 milyon ji şêniyên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê ji kirine û beşeke mezin  ji axê Sûriyê rizgar kir û xetereya DAIŞê ya li dijî mirovahiyê ji holê rakirine.

Derbarê qurbaniyan de jî Ebdî wiha got: “Zêdetirî 11 hezar şehîd ji fermandar û şervanên hêzên me şehîd bûn. Her wiha sivîl jî bûn hedefa terora DAIŞê. Di heman demê de, zêdetirî 21 hezar ji şervanên me birîndar bûn. Bi vê boneyê em van lehengan bi bîr tînin, bejna xwe li hemberî bîranîna şehîdan ditewînin û şîfayê ji birîndarên xwe re dixwazin. Ger wan ew fedakarî nekira, me hemûyan ev serkeftin bi dest nedixist. Di heman demê de em spasiya hemû aliyên ku beşdarî şerê li dijî terorê bûne û nexasim Kaolîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞê dikin.”

Ebdî got ku sedema sereke ya serkeftina hêzên wan di şerê li dijî DAIŞê de ew e ku rêya demokratîk, pîvanên neteweya demokratîk, azadiya jinan, jiyana hevbeş û biratiya gelan ji xwe re esas digirin ku di nava xwe de hemû şervanên Kurd, Ereb, Suryan, Aşûr, Tirkmen û Çerkez û şervanên enternasyonlîst di bin banê Hêzên Sûriya Demokratîk de kom kirin."

Fermandarê Giştî yê HSDê herwiha tekez kir ku şerê wan Ii dijî DAIŞê heta pêkanîna serkeftina giştî û tunekirina wê dê berewam be û got: “Di heman demê de em ji raya giştî ya cîhanê re radigihînin ku em dest bi pêvajoyeke nû ya şerê li dijî terorîstên DAIŞê dikin. Ev yek jî dê bi rêya hemleyên leşkerî û ewlehiyê yên bi koordîneya li gel hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî be da ku hebûna leşkerî ya veşartî ya rêxistina DAIŞê ku heta niha metirsiyeke mezin li ser herêmên me û tevahiya cîhanê çêdikin, ji holê rakin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin