Bijîşkekî diranan ê Kurd 6 pirtûk bi Kurdî belav kirine

Bijîşkekî diranan ê Kurd 6 pirtûk bi Kurdî belav kirine

.

A+A-

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bijîşkê diranan û zimanzanê Kurd Diyaa Receb îsal şeş pirtûk derbarê Zimanê Kurdî belav kirine.

Diyaa Receb ku di heman demê de bijîşkê dranan e, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa van berjeman dike ku, mebesta wî ji van berhemên ku îsal 2022yan hatine çapkirin û belavkirin, dewlemendkirina pirtûkxaneya Kurdî ye.

Zimanzan û bijîşkê diranan Diyaa Receb dibêje “Bi rastî mebesta min ji wan pirtûkan ew bû ku ez berhemên zanistî ji pirtûkxaneya Kurdî re pêşkêş bikim. Berhema min a yekemîn Ferhenga Bijîşkî ya Kurdî ye, 1000 rûpel e, 15 hezar zaravayên bijîşkî yên Kurdî di xwe de hildigre. Bi sê zimanan e Îngilîzî, Erebî û Kurdî ye. Min ew li ser 2 tîpan rêz kiriye Îngilîzî, Erebî, Kurdî û Erebî Îngilîzî Kurdî.”

Tewerê sereke di berhemên bijîşk û zimanzan Diya Receb de, Zimanê Kurdî ye, ku tê de dilsoziya wî ji vî zimanî re tê nîşandan û rengvedana ezmna wî jî tê de tê diyarkirin.

Diyaa Receb got jî “Berhema min ya duyem Peyvên Kurdî yên Erebkirî ye. Ev pirtûk 500 rûpel e. bi kêmasî 1600 peyvên Erebîkirî ji zimanê Kurdî di xwe de hildigre. Çima min ev pirtûk çêkir? Min xwest bi rastî di gelek ferhengên Erebî de peyvên ji Kurdî hatine Erebîkirin hene. Ji bo wilo min ev pirtûka hanê danî.”

Berhemên wî yên din ji pirtûkên çapkirî:

-Zaravesazî di Zimanê Kurdî de, tê de awayê dariştina têrman di Zimanê Kurdî de dide nasîn.

-Ar di Zimanê Kurdî de, ango agir di Zimanê Kurdî de, di warê îtîmologyayê de ye, tê de bingeh û reseniya peyvên Kurdî ku ji peyva `Ar` dirust bûne, nîşan dide.

-Têrmên Bîrkariyê di Zimanê Kurdî de, bi hersê zimanên Îngilîzî, Erebî û Kurdî ye.

-Peyvên Hevbeş di navbera herdu zimanên Kurdî û Somerî de.

Derbarê van şeş berhemên çapkirî yê zimanzan Diyaa Receb, berhema wî ya heftem, ew jî li gorî gotina wî ramaknasî ango etîmolojî ye, ku hêj kar li ser dike.

Çavkanî

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin