
Şaredariya Amedê ‘Kargeha Nanê Gel’ vekir: Rojane 100 hezar nan
.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kargeheke mezin a Nanê Gel vekir û di vê kargehê de dê rojane ji 40 hezarî heta 100 hezar nan bê pêjandin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê nan bi erzanî bifiroşe xelkê Amedê.
Li bazar û marketan nanekî somun bi 15 lîreyên Tirkî ye û tê çaverêkirin ku şaredarî ji 10 lîreyan erzantir bifiroşe.
Armanca şaredariyê ew e ku malbatên feqîr karibin bi hêsanî nan bikirin.
Ev kargeh li Amedê yekem û li bajarên Bakurê Kurdistanê jî duyemîn kargeha mezin a nanpêjiyê ye.
Şaredarî vê kargehê wekî “Kargeha Nanê Gel” bi nav dike.
Taybetiya vê kargehê ew e ku bêyî destlêdanê hevîr distirê, teşe dide nan, xeta ser nan çêdike û dipêje.
Di dawiyê de jî bi sîstema xwe ya hênikkirinê vî nanî sar dike.
Li gorî berpirsên Kargeha Nanê Gel, dê li vê kargehê rojane ji 40 hezarî heta 100 hezar nan bê pêjandin û li xelkê were belavkirin.
"Em dê li gorî daxwazê nan zêde bikin"
Berpirsê Kargeha Nanê Gel Mustafa Emra diyar kir ku ew dê li gorî daxwazê nanê xwe zêde bikin û got:
“Niha 40 xalên me hene. Em dê ji her xalekê re hezar nanî bişînin lê hinek cih hene dibe ku hezar nan bixwazin, hinek cih hene belkî hezar û 200 nanî bixwazin, hinek cih hene belkî 2 hezar nan bê firotin.
Di nava vê mehê de dê diyar bibe, em dê vardiyeya xwe li gorî daxwazan eyar bikin.”
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun ji ber avakirina kargeha nanpêjiyê ji hemû Amediyan kêfxweştir e.
Dogan Hatun di hilbijartinan de soza avakirina Kargeha Nanê Gel dabû û niha soza xwe bi cih aniye.
Dogan Hatun destnîşan kir ku ew bi xizaniyê dizanin û anî ziman:
“Bi rastî xizaniyeke mezin li Amedê heye. Xizanî gihîştiye asteke wisa ku êdî gel nikare nanekî ji xwe re bikire.
Ev mijareke girîng bû. Armanca me ne qezenckirin e, ez vê di serî de bibêjim.
Bila mesrefê xwe û xebatkaran derxe ji me re bes e.
Em ne li pey qezencê ne, bila qezenc neke.”
Nan dê li taxan were belavkirin
Ji bo ku ev nan rojane li taxan bê belavkirin, li dehan cihan navendên sereke yên belavkirina Kargeha Nanê Gel hatine danîn.
Xebatkara Kargeha Nanê Gel Mizgîn Kumralê got:
“Em 40 jin in, em dê li van xalan nan bifiroşin.”
Xebatkara Kargeha Nanê Gel Eylem Barutê jî eşkere kir:
“Em ji bo Nanê Gel hatine. Em karkerên Şaredariya Bajarê Mezin in.
Em hevalên jin, em hemû dê li bufeyên Kargehên Nanê Gel bixebitin.”
Li bazarê 210 gram nanê somun bi 15 lîreyên Tirkî ye û tê çaverêkirin ku nanê Kargeha Nanê Gel ji 10 lîreyan erzantir be.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin