
Daxuyaniya Desteya Kargêrî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi Boneyê Qedexekirina Spaha Pasdaran ji aliyê Dewleta Brîtanyayê ve
.
Roja duşemê, 22'yê Pûşpera 1405'an a Rojî (13'yê Tîrmeha 2026'an a Zayînî), dewleta Brîtanyayê di gaveke berpirsiyarane û wêrek de, Spaha Pasdarên rêjîma Îslamî ya Îranê xiste nav lîsteya rêxistinên qedexekirî yên Brîtanyayê, biryarek ku dê komek encamên yasayî li pey xwe bîne û dawî li kiryar û tevgerên terorîstî yên endam û dawûdestkên Spaha Pasdaran li wî welatî bîne. Givaşxistin û terîkxistina mezintirîn rêkxistina dewletî ku piştewanê sereke ya terorîzmê ye li cîhanê, hem gaveke yasayî ya di cih de ye û hem jî hewcehiyeke dîrokî û exlaqî ye ji bo parastina ewlehiya cîhanî û çespandina dadperweriyê.
Pêvajoya bi terorîstnasandina Spaha Pasdaran ku serî de ji aliyê dewleta Amerîkayê û piştre dewletên Behreyn, Erebistan, Kanada û Swêdê ve hatibû ragihandin û niha dewleta Brîtanyayê jî li ser zêde bûye, tevî ku biryareke rast û di cih de ye û bi awayekî cidî terorîzma dewletî ya Komara Îslamî dixe bin givaşê, ji bo gelê kurd li Rojhilatê Kurdistanê û bi taybetî ji bo Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê komek wateyên girîng û peyamên hêvîbexş ên taybet dihewîne.
Bi terorîstnasandina rêxistina Spaha Pasdaran di roja 22'yê Pûşperê de û tam di wê demê de ku gelê kurd û têkoşerên Hizba Dêmokrat bîranîna 37 saliya terorkirina rêberê navdar ê kurd Dr. Qasimlo û hevalên wî dikin, hem wekî merhemekê ye li ser birîneke dîrokî û hem jî rûmetdanek e li ser erka dadperwerane ya civaka navdewletî.
Tepeserkariya 47 salî ya gelê kurd û terorkirina rêberên aştîxwaz mîna Dr. Qasimlû tam li ser maseya danûstandinê û piştre Dr. Şerefkendî û hevalên wî di dilê Ewropaya azad de, pir beriya desthilatdarên cîhana azad, naveroka wê rêjîmê û Spaha Pasdaran wekî cîbicîkarê planên navxweyî û navdewletî yên rêjîmê ji bo gelê me eşkere kiribû û hawara gelê kurd li Rojhilatê Kurdistanê ber bi civaka navdewletî ve ji bo birîna wî destî nêzîkî 5 dehsalan e hatiye bilindkirin.
Sêdaredanên sehrayî û komkujiya xelkê Kurdistanê, komkujiyên Qarnê, Qelatan, Sewzî û Serçinar û qirkirina bi dehan gundên din ên Kurdistanê, bombebarankirina dibistan û bingehên tenduristiyê û cihên akincîbûna malbatên têkoşerên kurd li Başûrê Kurdistanê û terorkirina zêdetirî 500 kadro, pêşmerge û endamên hêzên xebatkar ên kurd li Başûrê Kurdistanê ku beşa herî zêde endamên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ne, û herwisa terorkirina bi dehan kesayetiyên siyasî yên dijberên rêjîmê li welatên Ewropayê, tenê çend mînak in ji wan bi sedan kiryarên terorîstî yên Spaha Pasdaran ku her yek ji wan bi tenê dikare bibe belgeyeke tam û biryarder ji bo civaka navdewletî bi armanca selmandina terorîstbûna wê rêkxistina dewletî ya terorîstî û şêrpenşeyî.
Rêxistina Neteweyên Yekbûyî!
Dewletên azad û pêşkeftî yên cîhanê!
Rêxistinên navdewletî yên parêzerên mafên mirovan!
Niha piştî derbasbûna 47 salan di ser temenê pîs û tije tawan û tevdaniyane yê Komara Îslamî û Spaha Terorîst a Pasdarên rêjîma Îslamî re ku hemû aliyên sereke yên hêz û biryardana Komara Îslamî di dest de ye, hewce ye ji bo hemûyan rohn û eşkere be ku ewlehî û asayîşa navdewletî bêyî dawîanîna li mezintirîn rêjîma siyasî ya piştgira terorê, wate Komara Îslamî ya Îranê, pêk nayê.
Êdî çetegeriyên deryayî yên Spaha Pasdaran li rêyên avî yên navdewletî mîna Tengava Hormozê ku bûye sedema rehîngirtina aboriya navdewletî û bandora rastewxwe li ser jiyana piraniya rûniştvanên cîhanê çêkiriye, divê cîhanê bîne ser wê qenaetê ku Komara Îslamî ya Îranê sereketirîn pabendbûna xwe ya navdewletî ku di peymannameya Neteweyên Yekbûyî de hatiye û Îranê îmze li ser kiriye, bi tevahî binpê kiriye.
Li ser vê esasiyê jî, civaka navdewletî û bi taybetî Encûmena Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî li ser mil e ku ji aliyekê ve piştgiriya gelên azadîxwazên Îranê û bi giştî hemû azadîxwazên cîhanê bike ji bo dawîanîna li wê desthilatdariyê, û ji aliyê din ve erka xwe ya sereke di vegerandina ewlehiya navdewletî de bi pêkanîna hevahengiyeke navdewletî dijî wê rêjîmê bi cih bîne.
Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê wekî qurbaniya sereke ya destê terorîzma Spaha Pasdaran ku heta niha û tevî corek ji agirbestê ligel Amerîka û Îsraîlê, herwisa berdewamiyê dide êrîşên mûşekî û dronî yên bo ser cihên rûniştina jin û zarokên têkoşerên me, tevî nîşandana piştgiriya xwe ji bo wê biryara dewleta Brîtanyayê ya ji bo kurtkirina destê spaha terorîste Pasdaran, bang li kom û civat û rêxistinên navdewletî yên alîgirên mafên mirovan dike ku hemû hewldanên xwe ji bo zêdetir givaşxistina ser rêjîmê û xistina bin pirsê ya rewabûna Komara Îslamî di pêxema vegerandina rûmeta mirovî bo gelên Îranê bixin ger. Hizba Dêmokrat di heman demê de amadeyiya xwe bo hevkarîkirina di xebatê de dijî wê rêjîma terorîst û kevneperest a sedsalên navîn radegihîne.
Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê
Desteya Kargêrî
23'yê Pûşpera 1405'an a Rojî, hemberî 14'yê Tîrmeha 2026'an a Zayînî
Çavkanî: Kurdistan Media

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin