Tu bi kû derê de diçî, Leyla?

Tu bi kû derê de diçî, Leyla?

.

A+A-

Rojda Yaşîk

Xwînerên hêja;

Pirtûka duyem a van rêzenivîsan, nûxuriya Ronya Othamannê, Die Sommer e. Roman ji 288 rûpelan pêk tê û di sala 2021ê de ji Weşanxaneya Hanserê der çûye.

Ronya Othmann, wek keça bavekî Kurd ê Êzdî û dêyeka Alman, li Muncenê (Munîh) hatiye dinyayê. Ji diyariya İngeborg Bachmannê bigirin heya gelek xelatên girîng bi dest xistine. Ronya Othmann ji demekê pê ve jî bi nivîsên xwe yên Rojnameya Taz a bi navê “OrientExpress” her di rojevê de ye.

Yên ku dizanin, wê bibêjin ku Ronya Othmann gotinên xwe li gorî bayê dewrê naguherîne. Hewl nade ku Kurdbûn û Ezîdîbûna xwe li gorî pîvangên siyaseta rojane biguncîne.

Dibe ku taybetmendiya sereke ya Ronya Othmannê jî ev be. Ew hewl nade.

Ew Kurd e, Êzidî ye, Alman e. 

Û ew, ew keçika bêdeng a meraqdar, wisa xweberê, di navbera her yekê ji van nasnameyan de digere, diçe û tê.

Qey ji ber vê sedemê di romanê de çîroka sê keçikan hevteribî hevdu tê vegotin; Leyla, Bernadette, Zozan.

Leyla, heft salî ye. Dê alman, bav Kurdê Êzdî ye. Ew her havînê diçe rojavayê welêt, Hesekê.

Leyla, hevala xwe ya baştirîn yanê Bernadetteyê li pey xwe dihêle.

Lê li gund, dotmama wê Zozan li benda wê ye.

Havînên Leylayê li Hesekê, li nava malbata qerebalix, sifreyên şên, şevên li ser banan derbas dibin. Ew li wê derê dibe parçeyekî malbavana xwe. Lê havîn diqede, ew dîsa berê xwe dide Almanyayê. Ew li Almanyayê jî dibe parçeyekî jiyana rojane ya dibîstanê û hevala xwe ya baştirîn Bernadetteyê.

Ev çîroka hêsan, wekî çarçoveyekê hatiye vehûnandin da ku dîroka trajedîya Kurdan, bi taybet dîroka Kurdên Rojava, Kurdên Êzidî ên li Rojava bê vegotin.

Her careke bavê Leylayê behsa zarokatiya xwe dike, behsa zarokatiye me Kurdên çar parçeyên Kurdistanê tê kirin.

Heke zaroka Kurd, ji ber şer, xizanî, nezaniyê nemire û mezin bibe û bê heft saliya xwe, li ber zarokê du rê hene; an dê wekî dê û bavê xwe li gund, wek cotkar bimîne, an jî ew ê biçe dibistanê, yanê bikeve nav çerxa perwerdeya kolonyal.

Gelek caran ev rêya duyem, ji bona keçikan tune. Meta Leylayê, Pero yek ji van keçikan e. Lewma rojeva jinên malbatê, her zewac, cilên xweşik, makyaj û çêkirina xwarinê ye.

Lê bavê Leylayê?

Ew rêya duyem hildibijêre, diçe dibistanê. Dibistanên kolonyal, wek aşên giyanhêr dixebitin. Mamoste, di destê wî de şivek, wekî fermandarekî dewleta Surî, ji bo hêrandina giyanê zarokên Kurdan hatiye gund. Serê her peyveke Kurdî, bîst şivan li zarokên Kurd dixe.

Li jorê, dîwarê dibistanê wêneyê serokwezîr darva kiriye. Çavên serokwezîr her li ser zarokên Kurd e. Yanê perwerdeya kolonyal, tundî, kontrol û piçûkxistina Kurdbûnê ye.

Zarokê Kurd î vê çerxa bêxêr derbas dike; li hemberî zarokatiya xwe ya pak, sade û azad, karmendiya dewleta mêtinger peyda dike. Ew jî êdî ji bo xurtkirin û berdevamkirina heman çerxa kolonyal dixebite. Lê heke nexwaze yan jî nikaribe di vê pêvajoyê re derbas bibe çi li benda wî ye?

Wê demê ew, ji bona vê çerxa kolonyal asteng e û divê ev asteng bê tunekirin. Lewma, Bavê Leylayê ji Rojava direve, tê Bakur, di ser bakurê welêt re jî berê xwe dide Almanyayê.

Li wê derê bi jineke Alman re, dêya Leylayê re dizewice. Bavê Leylayê, li Almanyayê dijî lê giyanê wî her li Kurdistanê ye. Ew diçe kar, ji kar vedigere û xwe dide ber televîzyonên Kurdî.

Li rojavayê welêt şer heye.

Jina Alman, hewl dide ku nameyan ji bo sazî dezgehên Almanyayê binivîse da ku malbata wî wekî penaber bibînin Almanyayê.

Leyla diçe Leipzigê da ku zankoyê bixwîne.

Lê dilê wê her li rojavayê Kurdistanê ye. Xwe sûcdar hest dike. Şerm dike ku zarokên met û mamên wê, Roda, Welat, Zozan di bin şert û mercên zehmet de li ber xwe didin, lê ew jiyaneke asayî dijî.

Leyla di tevahiya romanê de wekî du çavan di nava welat, bajar, çand, nasnameyan de digere. Leyla aîdî hemû van yekan e. Lê heman demê de ne aîdî tu yekê ji wan e. Ji ber ku ew li gundê malbavana xwe, ew zaroka dêalman e. Li dibistanê, ew keçika bavkurd e. Li malê, bavê wê bîst û çar saetan li ber televîzyonên Kurdî, li rewşa welêt temaşe dike lê haya wî ji keça wî bi xwe tune. Dêya wê li nexweşxaneyê wek hemşîre dixebite, li malê jî her nameyan ji bona sazîyên almanan dinivîse da ku malbata hevjînê xwe biparêze. Di nava hemû vê hêwirze-guhirzeyê de Leyla tik û tenê ye. Ew carna hinekî behsa şer, koçberî û trajediya miletê xwe dike lê hevalên wê yên zankoyê bi nîvdilî guhên xwe didin gotinên wê. Naxwe li her dera dinyayê şer û koçberî heye! Em çima xwe bi trajediya miletê te biêşînin, ne wisa?!

Dibe ku Ronya Othmann berjewendiyên nîv-almanbûnê, li welatekî dûr mezinbûnê, mesafeya navbera wê bi xwe û rewşa Kurdistanê de baş bi kar tîne û lewma dikare bi sekneke aram, bêhneke fireh, hûrik hûrik bihûne û çîroka xwe vebibêje.

Ji bona xwînerê Alman, xwendina vê pirtûkê dibe ku hêsantir û xweştir be. Ji ber ku ew ê derbarê mijareke nû, cihaneke biyanî û êşa “hin kesên dûr ên em nas nakin de” bixwînin.

Lê ji bona min, xwendina hin beşan gelekî zehmet bû. Ji ber ku Othmann, rasterast behsa rewşa Kurd û Kurdistanê dike.

Bi taybetî beşa duyem, cihê ku Leyla li Leipzigê xwendekara zankoyê ye, di dilê min de cihê birînekê cardin êşand.

Leyla diçe zonkoyê, rojeva hevtemenên wê ji rojeva wê pir dûr e. Berê xwe dide mala dildara xwe, lê mirov ji dildarekî nikare heval, dê û bav, welatekî peyda bike! Têr nake. Nabe. Dildara wê êdî aciz dibe ku ew her tim, ji tenêtiya xwe direve û xwe diavêje bextê wê. Leyla nizane bi xwe re biçe kû derê û çi bike. 

Sal 2014 ye û Leyla, Ronya, Rojda çenteyê xwe hildidin, derê mala xwe kilîd dikin, kilîdê diavêjin û berê xwe didin rêyekê.

Min pirtûk girt û pirsî; tu bi kû ve diçî Leyla?

Niha Gulana 2026an de, dema vedigerim û careke din li ser wan salan difikirim, digel êşeke kûr, bersiva vê pirsê digerim; gelo ew bi hezaran Leyla, Ronya, Roda û Welatên berê xwe daye şoreşê, niha li kû derê ne û çi dikin? Gelo rojavayê welêt, piştî bîst hezar şehîdan, bi kû ve diçe?

Gelo em ê rojekê karibin ku rêya xwe bi dek û dolabên siyaseta rojane veguhêzin û li bersiva van pirsan bigerin?

Çavkanî: Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin