Dar û daristanên Şirnexê tune dikin

Dar û daristanên Şirnexê tune dikin

.

A+A-

 Dîmenên dawî yên herêma Bestayê ya Şirnexê birîna daran û talana daristanan nîşan didin.

Ev bi salan e ku darên li herêmê bi “hincetên ewlehiyê” dihatin birîn.

Lê ev bêhtirî salekê ye ku pêvajoya çareseriyê didome û ti hincetên ewlehiyê nemane lê birîna daran û têkdana xwezaya herêmê bi destê şirketên taybet didome.

"Dest bi birîna daran kirine"

Berdevkê Komîsyona Jîngehê ya Baroya Şirnexê Fadil Tay li ser mijarê û got:

“Ev 6-7 sal in birîna daran bi taybetî li Şirnexê heta sînorên Sêrtê, Colemêrgê û Başûrê Kurdistanê didome.

Bi taybetî hinek cerdevan û alîgirên wan van daran dibirin. Berî 3-4 rojan dîsa dîmen gihîştin destê me ku li aliyê Bestayê yê nêzîkî sînorê Sêrtê dîsa dest bi birîna daran kirine.”

Wêne talanê nîşan didin

Dar bi piranî li gund û navçeyên çiyayî yên herêmên Besta, Cûdî û Gabarê tên birîn.

Ev wêneyên peykan ên berê û paşê yên heman deverên Şirnexê ne ku Baroya Şirnexê di raporeke xwe ya sala 2022yan de belav kirine.

Wêne karesata tenê ya salekê ya xwezaya wan herêman bi zelalî radixin ber çavan.

Baroya Şirnexê ji sala 2020î ve rewşa birîna daran dişopîne û li dijî wan kes û şirketên ku daran dibirin gilî tomar dike lê belê heta niha dozên di vî warî de bê encam mane.

"Bila me agahdar bikin"

Fadil Tay li ser xebatên hiqûqî yên dijî talana xwezayê anî zimên:

"Em wekî Komîsyona Jîngehê ya Baroya Şirnexê, Komîsyona Ekolojiyê û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ji sala 2020î heta îro bi hev re li ser dozên li dijî birîna daran dixebitin.

Lê belê li ser piraniya van dozan biryara betalkirinê tê dayîn.

Bi taybetî em bangî şêniyên wan gundan dikin ku dema dîtin darên daristanan tên birîn bila me agahdar bikin da ku em li dijî wan kesan gilî tomar bikin û em nehêlin xwezaya me were talankirin."

Li gorî amarên Baroya Şirnexê, ji sala 2020î heta sala 2026an derdora ji sedî 12ê daristanên parêzgeha Şirnexê hatine birîn û talankirin.

Darên ku tên birîn bi rêya traktoran ji deverên çiyayî vediguhêzin û pişt re bi barhilgiran dibin bajarên din û difiroşin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin