Dadweriya Îraqê bi hevahengî ligel Herêma Kurdistanê bi sedan kîlogramên zêr desteserkirin

Dadweriya Îraqê bi hevahengî ligel Herêma Kurdistanê bi sedan kîlogramên zêr desteserkirin

.

A+A-

Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Îraqê ragehand ku di çarçoveya bizavên vegerandina samana giştî û lêkolîna li ser dosiyeyên gendeliyê de, îro (Duşem, 13ê Tîrmeha 2026ê) şiyane destê xwe danin ser 375 kîlogramên zêr, ku peywendiya wê bi dosiyeya Wekîlê Wezareta Petrolê ve heye.

Dadwerê Lêkolînê li Dadgeha Tawanên Rûbirûbûna Gendeliya Navendî ragehand: "Bi hevahengiya ligel Herêma Kurdistanê û di bin çavdêriya rasterast a Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê Dadwer Fayîq Zêdan de, 358 kîlogramên zêr hatine vegerandin."

Navborî amaje bi wê yekê jî kir ku di dosiyeyeka din a lêkolînê de, 17 kîlogramên din hatine desteserkirin û bi vî rengî, hejmara giştî ya wî zêrê ku îro parastin li ser hatiye kirin gihîştiye 375 kîlograman.

Li gorî wê daxuyaniyê, tevahiya zêrê vegerandî radestî Rêveberê Giştî yê Rêveberiya Derxistin û Xezîneyê li Banka Navendî ya Îraqê hatiye kirin. Ev pêngav wekî pişkeka lêkolînên di dosiyeya tohmetbar Ednan Cumeylî de tê, ku Wekîlê berê yê Wezareta Petrolê bo Karûbarên Parzinîngehan bû û niha girtî ye.

Piştî girtina Wekîlê Wezîrê Petrolê bo Karûbarên Parzinîngehan Ednan Cumeylî û lêkolîna ligel wî, operasyoneka mezin a dijî gendeliyê hat destpêkirin û di encamê de bi dehan parlamenter, serokên partiyan û berpirsên têkelbûyî di nav gendeliyê de hatin girtin.

Pêştir Encûmena Bilind a Dadweriyê aşkere kiribû ku hejmara giştî ya wan pereyên ku heta niha di vê dosiyeyê de dest bi ser de hatiye girtin bo 127 milyar dînarên Îraqî û 24 milyon dolarên Amerîkayî bilind bûye, herwesa hejmareka xanî û milkan, timnêl û zêr jî hatine desteserkirin.

K24

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin