PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 

PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 

.

A+A-

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), bi daxuyaniyeke tund bertek nîşana karsazê tirk Rahmî Koç da ku di gotareke xwe de heqaret li jinên Kurd kiribû.

Di daxuyaniya PWKyê de ev nirxandin hatin kirin:

Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 

Karsazê tirk di gotareke xwe de bêrêzî û heqaret li jinên kurd kirîye. 

Ev heqareta ku Rahmi Koç kirîye, berîya her tiştî nîşan û berhema nîjadperestîya li dijî miletê Kurd e.

Herweha nîşana berezî û heqareta li dijî jinên kurd e.

Em vê gotara Rahmî Koç şernezar û protesto dikin. 

Divê hemû partîyên kurdan, dezgehên sivîl, rewşenbîr û sîyasetmedarên kurd bi dengekî yekgirtî vê gotin û helwesta Rahmî Koç protesto dikin.

Em bangî hemû kesayet û alîyên tirk ên demokrat  û li dijî nîjadperestîyê ne dikin da ku vê gotara Rahmî Koç protesto bikin.

Divê ji ber gotara wî ya nîjadperest di derbarê Rahmî Koç doza yasayî were vekirin.

06.06.2026
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin