Trump: Em dê ji bo derbasbûna ji Hurmizê ji sedî 20 bacê wergirin

Trump: Em dê ji bo derbasbûna ji Hurmizê ji sedî 20 bacê wergirin

.

A+A-

 Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Tengava Hurmizê vekirî ye û dê vekirî bimîne.

Trump diyar kir ku ew dorpêçeke nû datînin ser Îranê û Amerîka dê ji wan barên ku di tengavê re derbas dibin ji sedî 20 bacê wergire.

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê Truth Socialê daxuyaniyek belav kir.

Trump di daxuyaniya xwe de behsa rewşa Tengava Hurmizê kir û peyamên girîng dan.

“Dorpêça Îranê dest pê dike”

Donald Trump eşkere kir ku ew dorpêçê datînin ser Îranê û wiha axivî:

"Tengava Hurmizê vekirî ye û dê vekirî bimîne, bi Îranê re yan jî bêyî Îranê. Em 'Dorpêça Îranê' ji nû ve pêk tînin."

Trump destnîşan kir ku ev dorpêç tenê rê li ber keştiyên Îranê yan jî kiryarên wan digire da ku derbas nebin.

Li gorî gotina Trump, dê hemû welatên din karibin bi awayekî adil û vekirî tengavê bi kar bînin.

“Parastvanê Tengava Hurmizê”

Serokê Amerîkayê Donald Trump da zanîn ku dê Amerîka ji niha û pê ve wekî "Parastvanê Tengava Hurmizê" were naskirin û wiha pê de çû:

"Wekî parastvanekî û ji bo dadperweriyê, ji bo hemû xerciyên pêwîst ên dabînkirina ewlehî û asayîşa vê devera herî aloz a cîhanê, em dê ji sedî 20ê hemû barên ku tên veguhastin wekî tezmînat wergirin."

Trump di dawiya daxuyaniya xwe de eşkere kir ku ev pêvajo dê yekser dest pê bike û ji bo baldariya li ser vê mijarê spasiya raya giştî kir.

 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin