Bi tamîrkirina avahiyên kevnar bû milyonerê Dolarî

Bi tamîrkirina avahiyên kevnar bû milyonerê Dolarî

Min li Kurdistanê karê elektrîkê dikir. Dema ez hatim vîr min dest bi karê restorasyonê kir.

A+A-

Erdelan Cafer ê ji Başûrê Kurdistanêli Stockholma paytexta Swêdê bi tamîrkirina avahiyên kevnar bû milyonerê dolarî.

Erdelan Cafer ji Rûdawê re diyar kir ku wî di serî de li derdora Stockholmê avahiyên kevnar bi bihayeke erzan dikirî û piştî restorasyonê difirot.

Cafer wiha got: “Xaniyê ewil ê min standî di heyama saleke û nîvê de mon kir weke koşkê. Piştre min ji bihayê wê 4 qat zêdetir firot. Bi pereyê me qezenc kirî, me 2 xaniyên din kirrî. Bi vî awayî min ligel hevjîna xwe û zarokên xwe dest bi vî karî kir.”

Karsaz Erdelan da zanîn niha 30 karmendên wî hene û wiha domand: “Ni di destê me 2 xanî hene. Emê wan restore bikin. Piraniya karmendên min Kurd in. Ew di xebatên xwe de serkeftine û ew jî bi vê yekê kêfxweşî im. Ev sala bê emê xaniyên di destê we de bifiroşin û emê karê xwe mezintir bikin.”

Erdelan dibêje hin caran ji bo kirrîna hin xaniyên kevnar û erzan ew bertîlê dide.

Emlaqfiroş: Kurd serkeftine

Emlaqfiroşê bi navê Egman Yuhanisan jî ji Rûdawê re wiha got:

“Swêdiyên vî karî dikin gellekî hindik hene. Beriya niha Polaniyan ev kar dikirin. Heger ez ne şaşbim niha di vê qadê de Kurd gellekî pêşketine. Ez tenê 6 Kurdên di vî karî de serkeftî nas dikim.

Egman Yuhanisan amaje kir welatiyên Swêdê xebatên karsazên Kurd diecibînin û wiha domand:

“Bi sedan avahiyê rûbirûyê hilweşandinê mane. Nûjenkirina avahiyan û taybetî jî yên li navenda bajêr gellekî baş in.”

Welatiyê ji Başûrê Kurdistanê yê bi navê Rhel Saîd jî got: “Min li Kurdistanê karê elektrîkê dikir. Dema ez hatim vîr min dest bi karê restorasyonê kir. Heta niha ez nûjekirina 16 avahiyan de xebitime.”

Mimarê ji Rojhilatê Kurdistanê Ziryan Adem jî dibêje: “Ez heta niha ligel karsazên Kurd û Swedî xebitime. Ji bo min gellekî baş bû.” 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin