Bi saya pûl û dermanan dijîn

Bi saya pûl û dermanan dijîn

Li cîhanê heta niha tenê di şeş malbatan û 150 kesî de nexweşîna "Sendroma QT a Kurt" ku nexweşîneke dilî ye û kujende ye, hatiye teşhîskirin.

A+A-

Li cîhanê heta niha tenê di şeş malbatan û 150 kesî de nexweşîna "Sendroma QT a Kurt" ku nexweşîneke dilî ye û kujende ye, hatiye teşhîskirin. Yek ji van malbatan jî li Silopiyayê malbata Ekren e. Ji ber vê nexweşînê hin ferdên malbatê bi pûlên di dilê wan de û bi dermanan dijîn. Heta niha ji ber vê nexweşînê gelek ferdên malbat Ekrenê jiyana xwe ji dest dane û niha ev nexweşîn li 60 ferdên malbatê peyda bûye. 
 
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê, malbata Ekrenê ji ber nexweşîna kujende "Sendroma QT a Kurt" ku nexweşîneke dilî ye, bi salan e ji bo tenduirstiya wan baş bibe têdikoşin. Ev enxweşîna navbirî li chanê tenê di 6 malbatan û 150 kesî de hatiye etspîtkirin. Piştî di sala 2014'an de hin ferdên malbata Ekrenê dimirin, malbat pê dihese ku nexweşîna Sendroma QT a Kurt li wan peyda bûye. Piştî ferdên malbatê dimirin, ji bo nimûneyê xwîn ji hemû ferdên malbatê tê girtin. Piştî vê derdikeve holê ku ev enxweşîn bi malbata Ekrenê û hin xizmên wan re heye. 
 
GELEK KES JI WAN MIRIN 
 
Piştî pê dihesin, ji bo qeyraneke dilî ya muhtemel pêk neyê bijîşk pûlan dixin dilê hin ferdên malbatê yên di biniya 18 salan de  û dermanan didin wan. Heta niha nêzî 20 kes ji malbatê mirine û 60 ferdên malbatê jî hema bêje her meh ji bo kontrolê diçin Amedê. Ji ber vê malbata Ekrenê, bang li rêxistinên tenduirstiyê yên navnetewî. 
 
PÛL BI 30 HEZAR TL'YÎ NE 
 
Mehmet Ekren ku heman nexweşîn pê re heye û gelek xizmên wî mirine, bilêv kir ku ji bo tedawiyê heta niha çûye gelek bajaran lê belê tu çareyek nedîtiye. Ekren, anî ziman ku ew bi piranî li Amedê tedawî dibin û got, heta niha 6 pûl li dilê wî hatine bicihkirin. Ekren, bilêv kir ku zarokên di biniya 18 salan de ne nikarin pûlan li dilê wan bi cih bikin, tenê bi dermanan tên tedawîkirin lê belê dermanên wan jî li Tirkiyeyê peyda nabin. Ekren, got: "Heta niha herî zêde ev nexweşîn di malbata me de heye. Em her meh ji bo onrtolê diçin nexweşxaneyê. Ji bo vê jî maddiyatek mezin divê. Her wiha wexta ji bo pûlan dewlet destekê nede, fiyetên wan bi 30 hezarî ne." 
 
JI BO ALÎKARIYÊ BANG KIRIN
 
Ekren, bilêv kir ku niha ji ber vê nexweşînê dest û piyên wan girêdayî ye û xwest amûrên tedawiyê bînin devereke nêzî wan û got: "Em diwxazin ji bo zarokan derman ji derveyîw elat bên peydakirin. Ji bo em bijîn em li benda alîkariyê ne." 
 
Dayika 9 zarokan Felek Ekren ku pûl did ilê wê de ye, anî ziman ku êdî hew dikarin îdare bikin. Ekren, bilêv kir ku hevjînê keça wê ji ber vê nexweşînê terk akeça wê kiriye û got: "Êdî em jî nizanin em ê çi bikin. Tenê em dixwazin alîkariya me bê kirin." 
 
MA / Gokhan Altay


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin