Berpirsyar em in

Berpirsyar em in

Mirovê bê zimanê dayîkê mezin bibe, bê ziman mezin bibe çêtir e

A+A-

Rojbîn Zerî

Tê gotin ku ziman mal e, hebûna mirovan e û hestîya piştê ye
Ez jî li gel vê gotinê me û fikra min ew e ku bê zimanê xwe yê dayîkê mirov piştê demekî bê mal û bê nasname dimîne
Ziman mifteya xanî û derîyê malê ye û hemî odeyên hundurê malê bi hev re girê dide
Mirov dixwaze di nav mala xwe de aram be û jîyaneke xweş ava bike
Ew jî bi ziman dibe
Însanek çima mala xwe bi destê xwe xerab bike û însanek çima hestîyê pişta xwe bişkîne? Ji bo kurdên îro ev pirsgirêkeke pir giring e
Ji ber ku gava ez diçim gelek malê kurdan, ez dibînim ku zêdetirê wan hebûna xwe ji bîr kirine û berpirsyarî ya ziman li ser xwe nagirin û bi zimanek din bi hevdu re têkilî datînin
Tïştê herî girîng ew e ku em ji bîr dikin çima em bi destê xwe mala xwe xirab dikin
Mirovên herî pêşketî xwe nas dike û xwe hez dike û li ku derê dunyayê be jî û cihê ku lê dijî, dizane kî ye û ji ku hatîye
Ev tê vê wateyê, eger zanyarî û peşketî di navbera kurdan de hebe, ziman jî ew ê her hebe û nemir e
Pêşketin girîng e û divê em her pêşve biçin û xwe pêşve bibin
Bi çêbûnê re gava mirov xwe nas dike û xwe naskirin jî bi zimanê mirovan re dest pê dike
Ev jî destpêka pêşkeftina mirovan e
Bilindîya ziman bi zimanekî din re tune ye
Lê belê, ziman ji bo cudahîyê me hatîye afirandin û nîşan dide ku mirov ji kîjan miletî ye
Weke mînak, kurdekî li Danîmarka yê tenê danîmarkî bizani be û zimanê xwe nizanî be, ewê êdî bibe danîmarkî û xwe ji wî miletî bihesibîne
Mirov heke biçe li ku derê dinyayê, zimanê xwe jibîr bike, mirov xwe jî û nasnameya xwe jî diguherîne û ji nasnameya xwe dûr dikeve û xwe jibîr dike
Ji ber vê yêkê jî mirov çiqasî bi xwe re lihevhatî be, zimanê xwe bizane be û ji xwe hez bike , mirov zêdetir peşkêtî dibe
Mirov çendîn zanîngehan bi xweşî jî xelas bike û çend zimanan jî bikaribe biaxive, têrê nake û nayê wê wateyê ku mirov xwe nas dike
Ji ber ku zimanê ku ewil mirov fêr dibe, zimanê dayîkê ye, giringîya zimanê dayîkê gelek heye ji bo nasnameyek û herwiha ji bo pêşkeftina zarokan jî
Loma heke mirov bê zimanê dayîk mezin bibe, mirov bê ziman mezin bibe çêtir e
Ez 21 salî me û li Danîmarkayê hatime dunyayê û mezin bûme û dijîm
Niha ez diçim zanîngehê û beşa parêzerî dixwînim
Ez çiqasî xwe weke danîmarkîyan jî hîs bikim, ez dizanim ku zimanê min ê dayikê cuda ye û bav û kalên min kurd in û ji Kurdistanê hatine
Ji ber vîya ye min her dixwast ez kurdîya xwe pêşve bibim û ez bawer im roja ku zarokên min çê be, ez ê heya ji destê min bê hewl bidim zimanê xwe fêrî zarokên xwe jî bikim
Ew ciqasî qîmetê bidin zimanê xwe û pêşve bibin, bawerîya wan jî ewqas zêdetir bibe
Loma dîyarîya herî mezin ji bo min ew e û ez her li ser fikirîme ku rojek ji rojan zarokên min çêbe û zimanê kurdî fêr bibe û bi zimanê xwe biaxive
Ger ez vê dîyarîyê nedim wan, wî wextî zimanê me dimire û ez ê xwe sûcdar bibînim
Min ji gelek kesan bihistîye ku dibêjin zehmet e mirov li welatekî bîyanî zimanê xwe yê dayîkê fêrî zarokên xwe bike
Xeletîya herî mezin jî li vir dest pê dike
Mirovên weha ji bîr dikin ku mirov di zarokatîyê de zimanê xwe fêr bibe, gelek hêsan e
Gava zarok zimanê xwe bizanibe, zimanê duyemîn pir xweş dikare fêr bibe û heta ji zimanê xwe yê dayîkê xweşiktir jî dikare zimanê duyemîn fêr bibe
Ji ber ku bi xwe re lihevhatî ye û ji xwe û dîroka xwe hez dike û ev rewş jî we lê dike ku mirov aram dibe
Di nav aramîyê de mirov zêdetir dixwaze zimanekî din fêr bibe û pêşve bibe
Gava ez zarok bûm min qet danîmarkî nizanîbû û me tu carî danîmarkî li malê nediaxaft
Dema min dest bi dibistanê kir, ez dîsa jî danîmarkî gelek zû fêr bûm û ji wan ê ku zimanê xwe yê ewil nizanîbûn zêdetir û zûtir fêr bûm
Fêrbûna danîmarkî asan bû, ji ber ku der û dora min hemû danîmarkî bû
Li gel mala xwe min her zimanê xwe yê kûrdî axaftîye û ez mezin bûme ji zimanê xwe zêdetir hez kir
Ez pir caran difikirim gelo bê zimanê kurdî, min ê çawa nivîsandina bav û kalên xwe bixwendina? Bê zimanê xwe, min ê çawa bikariba bi malbata xwe re danûstandinên kûr bikirana? Ez li rastê lêkolînan hatime û min xwendîyê ku dibêjin; zarokên ku di derdorên du ziman de mezin dibin, heger dê û bavên zarokan bi zimanê xwe bi zarokan re nepeyivin, piştî demekê psîkolojîya wan zarokan bi awayek vediguhere û ji zimanê xwe û zimanê bav û kalên xwe dûr dikevin û hez nakin
Zêdetir dûrî xwe û eslê xwe diçin
Gotinek heye dibêje, her tîştê ku dibiriqe ne zêr e
Ev gotin di gelek waran de dikare were şirove kirin, lê ev gotin di alîyê ziman de jî derbas dibe
Mirov çiqasî bextewar be jî, eger xwe nas neke û zimanê xwe hez neke, di binehêşîya xwe de û di rastîyê de dibe ku ne bextewar be û ji xwe bawer neke
Mirovên weha çi bikin jî, çiqasî jî serkeftî bin jî kêmasîyên wan jî hene
Dê û bav çi hez bike û giringîyê bide çi, zarok jî li gor wan mezin dibe
Çanda dê û bavan derbasê zarokan dibe
Divê mirov ji ziman û nasnameya xwe dûr nekeve
Divê em xwedî li ziman û hebûna xwe derkevin
Ji bo pêkanîna vê yêkê divê em hişyar bin û divê em ji bîr nekin ku tenê û tenê berpirsîyarê ziman em in

RiaTaza.com

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin