Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em Amedsporê Pîroz Dikin

Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em Amedsporê Pîroz Dikin

.

A+A-

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk, bi daxuyaniyeke serkeftina mezin a Amedsporê pîroz kir. Ozçelîk, derbasbûna Amedsporê ya ji bo Lîga Super wekî serkeftineke giring nirxand.

Di peyama pîrozkirinê ya Mustafa Ozçelîk wiha ye:

Em Amedsporê Pîroz Dikin

Amedspor ji Lîga yekem a Futbolê ya Tirkîyeyê debasî Lîga Superê bû.

Em hemû fotbolîst, dîrektorên teknîkî û xebatkar û Rêvebirên Amedsporê, alîgirên Amedsporê û gelê me yê Amedê û hemû alîyên ku di vê serkeftinê de keda wan hene pîroz dikin.

Em ji Amed Sporê di Lîga Superê de serkeftinê dixwazin.

02.05.2026

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin