Mêvanê vê hejmarê Rojnameya Agirî çalakvan û girtiyê siyasî yê berê Hemîd Çepatî ye

Mêvanê vê hejmarê Rojnameya Agirî çalakvan û girtiyê siyasî yê berê Hemîd Çepatî ye

.

A+A-

1.Girtin, lêpirsîn û dadgehîkirin di Îranê de li gorî yasayan tên kirin, yan her ji destpêkê ve bi sênaryoyek ewlehî û siyasî re rûbirû ye?

Hikûmetek ku di nav civakê de, bi taybetî di nav gelê Kurdistanê de, meşrûiyetek nîne, neçar e ku ji bo domandina desthilatdariya xwe dest bi kuştin, komkujî, girtin, zindan û îdaman bike. Ji bo vê armancê jî gelek dezgehên Îtilaatiyên miwazî ava kiriye da ku keşa civakî herî zêdetir ewlehî bike û bi tirs xelkê bitirsîne.

Li Îranê girtina kesan bi destê dezgehên ewlehiyê, bi taybetî Îtilaata Spahê û Wezareta Îtilaatê têne kirin. Carinan ev dezgeh bi hev re dixebitin û carinan jî ji bo amarên zêdetir riqabetê dikin. Piştî girtinên dem dirêj û li cihên nediyar tên ragirtina hin kesan di odeyên takesekî de yên teng û sar de tên ragirtin û rastî standina îtirafên bi zorê tên,û  rapora dawî ya pêvajoya îtirafkirinê ji aliyê lêpirsînerê ku bi navê “zabit” an “pispor” tê nasîn, ji dadgehê re tê şandin. Piraniya caran, bêyî ku daxwazên berevaniyê an gotinên tawanbar bên berçavgirtin, bingeh û esasa biryara dadgehê tenê ew rapor e ku ji binzemînên dezgehên îtilaataî û odeyên take kesî  tenê wergirtin. Di salên dawî de, bi îfadeyên zindaniyan, gelek raporan û herwisa bi tecrubeya min bo min îsbat bûye ku biriyarên nedadperwerane ku tên sepandin û cane gelek ciwanan dixin metirsiyê de û wan ber bi dare darvekirinê dibin, tenê li ser esala ev rastiyên ku min bas kirine tên cîbicîkirin.

2. Li gorî tecrûbeya we, dezgehên ewlehiyê heta çi radeyê li ser pêvajoya dadgehê û dana biryaran bi ser girtiyên siyasî bandor û kontrol hene?

Li navendên girtinê yên Îtilaata li Îranê gotineke navdar heye ku dibêje “bişkokekê didin kesekî û dixwazin ku ji bo wê kut û şelwarekê çêke.” Mana wê ev e ku kesê ku tê girtin, divê bi her awayî be îtirafê bike. Ev yek bi işkenceyên cisimî, tirsandin, ragirtina demdirêj di odeyên takekesî de, işkenceyên derûnî, gefxwarin bi malbatê an her rêbazeke din a ku berxwedana kesê girtî bişkîne, pêk tê. Pir caran heta ku îtiraf ji wî neyê standin, di girtîgehan de biryara girtina demkî ya welatiyan jî dîsa û dîsa tê demdirêj kirin û qedera wan nexuya dimîne bo heyamên gelek zêde.

Di rastiyê de, di vê sîstema sexte de ti sûç û tawanek li gorî belge û delîlên rastîn nayê eşkerekirin. Berovajî, berî ku ev kes bê girtin û paşê lêpirsîner bi pêkanîna her cure zext û zorê senaryoya ku ji pêş de amade kiriye wekî rastî li wî ferz dikin. Min ji hin hevalên xwe yên zindanê bihîst ku digotin: “Li wir ne mirovahî heye, ne dilovanî û ne jî Xwedê; tu çareyeke din nîn e ji bilî xwe bi dest dan û tesilîm bûnê.

Girtina welatiyan, berî her tiştî, ne tenê ji bo pêşîgirtin ji çalakiyên wê kesê ye, belkû ji bo tirsandina civakê tê bikaranîn. Bi afirandina tirs û wehişetê, peyaman didin xelkê û malbatan ku her kes ku çalakiyek bike, dê bi heman çarenûsê re rû bi rû be. Herwisa bi ragirtina dirêj di odeyên takekesî de û bi cezayên giran dixwazin ji bo yên din bibin dersa îbrêtê.

Ji aliyê din ve, dezgehên ewlehiyê li her bajarî, wek mînak li Urmiyê, hewl didin bajar û parêzgehê wek herêmeke ewlehî-tirsnak nîşan bidin. Ji bo ku ew îdiaya xwe rast derxin, hewcedarî bi zindaniyên ewlehiyê hene. Ji ber vê yekê li hêcetan digerin da ku xelkê bigirin û gelek caran tohmetên giran jî bi ser wan de disepînin. Armanc ev e ku hem navê “bajarê ewlehî” bê diyarkirin û hem jî ji serokên xwe re îspat bikin ku bi girtina kesên “xeternak”, ewlehî hatîye parastin û kontrolkirin. Di encamê de jî amarên ku dixwazin ji navendê re pêşkêş bikin amade dikin û xelat û pîroznameyan jî werdigirin.

Ev çêkirina amarên derewîn, bi taybetî li herêmên qeraxnişîn û Kurdistanê, amûrek e ji bo ku her daxwaza rewa, sivîl û nasnamexwazî wekî metirsiyek li dijî ewlehiya neteweyî bê pêşkêşkirin û bê serkutkirin. Li gorî tecrubeya min û tiştên ku min ji zindaniyên din bihîstine, ne dadwerek serbixwe heye û ne jî dadgehek serbixwe. Piraniya biryaran ji pêş de ji aliyê dezgehên ewlehiyê ve têne dayîn û dadgeh tenê roleke şanoyî dilîzin.

3.Reftara berpirsên zindanan li hember girtiyên siyasî bi çi awayekî ye nêrîna Komara Îslamî li ser rexnegiran û dijberên xwe çawa ye?

Çi di dema girtina demkî û di odeyên take kesî de û çi jî di dema zindanê de, li gorî tecrubeya min, armanc şikandin û heqaretkirin bi girtiyan e. Bi reftar, gotin, bikaranîna peyvên nebaş û bêrêzîkirin bi netewe, ol û malbata girtiyan, hewl didin asta berxwedan û bawer bi xwebûna wan gelek kêm bikin. Dixwazin hebûna wî ji her cûre fikr, bîr, rexne, nerazîbûn, hêvî û jiyanê vala bikin. Di odeyên yakekesî de  ji vê rêyê îtiraf werdigirin û di zindanê de jî hêvî û daxwazên wî dixin asta herî nizm.

Bi kurtî, armanc jinavbirina girtiyan e . Belê encama vê siyasetl ji kesekî bo kesek din tê guhartin û girêdayî armanc, bawerî û ev tişt û renca ku bo vê têkoşînl dike tê guhartin.

Rejîma Îranê qet ne reformxwaz e û tu rexne an nerazîbûnekê qebûl nake. Bi kuştin û xwînrêjiyê hatiye ser desthilatdariyê û bi heman rêbazê jî berdewam dike. û şewata maşîna kuştinê jî xwîna ciwanan e.

Herçend rejîma Îranê bi tu peymanên siyasî û exlaqî ve girêdayî nîne û îspat kiriye ku ne Neteweyên Yekbûyî, ne saziyên mafên mirovan û ne jî raya giştî ji bo wî girîng in, lê dîsa jî divê tu zindaniyek di bêdengî û bêagahiyê de nemîne. Ji ber ku di bêdengiyê de hem girtî û hem jî malbata wî zêdetir êş û azar dibînin û biryarên neheq jî zêdetir giran dibin. Her weha ragihandin û navbirina zindaniyan ji bo wan hêvî û moralek e ku alîkariya wan dike ku berdewam bikin û bizanin ku ew nayên jibîrkirin.

4.  Mediyayên opozîsyonê li derveyî welat divê çi bikin da ku eşkerekirin û belgekirin bibin givaşên navneteweyî ya pratîkî û bibandor li ser rejîma Îranê, ne tenê nûçeyek demkurt?

Medyayîkirina rewşa zindaniyan sedek bihêz li dijî projeya nehêlana bêdengiya wan. Dezgehên ewlehiyê bi berdewamî hewl didin kesên girtî îzole û tenê bikin, ji ber ku maşîna serkutkirinê tenê di tariyê û bêagahiyê de bi hemû hêza xwe dixebite. Dema ku navê zindaniyekî, wêneyê wî û dengê mazlûmiyeta wî bi alîkariya tor û medyayên civakî û medyayên ku dengê wan digihîje raya giştî, têçûya işkencekirinê, cezayên giran û îdamê ji bo hikûmetê gelek zêde dibe.

Belavkirin û bilindkirina dengê van kesan, lêkoler û lêpirsên rejîma Îranê ji xelweta tarî ya girtîgehan derdixe û wan dixe beramberî dadweriya xelkê.  Renge ev yeka serketî jî nebe, lê eşkerekirina cinayet û zordariyan ji bo tomarkirina wan di dîrokê de hewce  ye.

Herwisa, di atmosfera giran û fetisînê ya nav bendên zindanê de, dema ku zindaniyek ji pişt dîwarên bilind fêm bike ku civak li pişta wî radiweste û dengê êş û qurbanîya wî li derve dengvedaye, îradeya wî ya berxwedanê bihêztir dibe. Bêdengî mezintrîn xizmeta ku ji dezgehên ewlehiyê re tê kirin û kuşendetirîn zehre ji bo jiyana zindaniyan . Ji ber vê yekê erkê her mirovê azadîxwaz e ku bi şikandina vê bêdengiyê bibe deng û medyaya wan kesan ku di bêdengtirîn qatên vê sîstima îstibdadî de berxwedanê dikin.

 

Çavkanî: Kurdistan Media

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin