Cebar Yawer: Divê PDK û YNK xwe ji hêzên çekdar vekişînin

Cebar Yawer: Divê PDK û YNK xwe ji hêzên çekdar vekişînin

.

A+A-

Sekreterê Giştî yê berê yê Wezareta Pêşmergeyan Cebar Yawer ragihand ku ji bo yekxistina Pêşmergeyan divê PDK û YNK bi temamî xwe ji hêzên çekdar vekişînin.

Cebar Yawer got, “Ji bo Herêma Kurdistanê jî yekxistina Hêzên Pêşmerge ne tenê bi hejmaran e, belkî bi yekxistina bîrûbaweriya cengî dibe.”

Sekreterê Giştî yê berê yê Wezareta Pêşmergeyan Cebar Yawer bû mêvanê Rûdawê û bal kişand ser girîngiya mijarên asayîş û ewlehiya Îraq û Herêma Kurdistanê.

Cebar Yawer diyar kir ku pêvajoya tevlîhevkirina wan komên ku berê ne di bin fermana hêzên Îraqê de bûn girîng e lê li Îraqê kêşeyeke mezintir heye.

"Pêwîst e ev bibe bîrûbaweriyeke niştimanî"

Yawer ev yek wiha zelal kir:

“Pirsgirêka mezin ew e ku li Îraqê bîr û baweriyeke cengî ya yekgirtî nîne. Pêwîst e ev bibe bîr û baweriyeke niştimanî û hemûyan ew çek ji bo niştiman hilgirtibe.”

Bi gotina wî divê Îraq bîr û bawereyeke zelal dîzayn bike da ku hemû hêzên çekdar li ser wê bimeşin.

Yawer da zanîn ku ev pirsgirêk li piraniya welatên Rojhilata Navîn heye.

“Divê hêzên ewlehiyê bên yekxistin”

Cebar Yawer li ser wê yekê ka divê Kurd di vê qonaxa hestiyar de çi bikin, du xalên sereke destnîşan kirin û got:

Yawer xala yekem wiha eşkere kir:

"Divê proseya yekxistina hemû hêzên ewlehiyê yên Kurdistanê bê lezkirin. Ev yekxistin jî di bin 'bîrûbaweriyeke cengî ya niştimanî ya Kurdistanê' de û dûrî bandora partiyan be."

Divê PDK û YNK bi temamî xwe ji hêzên çekdar vekişînin. Paşê divê hêzan yek bikin û tê de reforman bikin. Dema wan dev ji hêza çekdar berda, wê demê em dê bikevin ser rêya rast û bibin 'dewletdar'.”

"Divê em navmala Kurdan li hev bikin"

Cebar Yawer xala duyem jî bi vî rengî anî zimên:

“Divê Herêma Kurdistanê xwe ji bo şerekî destûrî û yasayî yê li Bexdayê amade bike.

Beriya wê divê em navmala Kurdan li hev bikin û hikûmet û parlamento ji nû ve kar bikin.”

Sekreterê Giştî yê berê yê Wezareta Pêşmergeyan li ser pirsa ku çima ev prose di dema borî de bi ser neket, ragihand ku wî 17 salên temenê xwe di vê rêyê de derbas kirine û got:

“Yekxistin ne tenê bi 'hejmaran' e, bi yekxistina 'bîrûbaweriya cengî' dibe.”

Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin