
Diyala Elî: Armanca me ya sereke parastina çand û wêjeya Kurdî ye
.
Alîkara Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd ên li Sûriyeyê Diyala Elî li ser armancên xwe got, "Hewldana me ya sereke parastin û belavkirina çand û wêjeya Kurdî ye.
Yekîtiya Nivîskarên Kurd ên li Sûriyeyê Kongreya xwe ya 7emîn li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê li dar xist.
Di kongreyê de Alîkara Serokê Nû yê Yekîtiyê Diyala Eliyê diyar kir ku armanca wan a sereke ew e ku rûyên nû û ciwanan tevlî birêvebiriyê bikin.
"Em dixwazin rûyên nû bînin qada wêjeyê"
Diyala Elî ji Rûdawê re axivî û bal kişand ser stratejiya wan a nû ya li ser ciwanan.
Diyala Eliyê destnîşan kir ku ew dixwazin "rûyên nû" bînin qada wêjeyê û got:
“Armanca me ya herî bingehîn di vê serdemê de ew e ku em rûyên nû û bi taybetî ciwanan tevlî birêvebiriyê bikin.
Em hewl didin daxwazên ciwanan û atmosfera çandî ya li cem wan geş bikin da ku di navbera nivîskarên xwedî ezmûn û nifşê nû de nêzîkbûnek çêbibe.
Ev kongre ji bo jin û ciwanên nivîskar derfeteke nû ye ku karibin di paşerojê de xizmeta ziman û wêjeya Kurdî bikin.”
"Yekîtî ji bo nivîskaran faktoreke derûnî ye"
Yekîtiya Nivîskarên Kurd ku bi yek ji stûnên wêjeya Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê tê naskirin, di kongreya xwe de careke din tekezî li ser parastina zimanê dayîkê kir.
Diyala Eliyê diyar kir ku yekîtî ji bo nivîskaran ne tenê saziyek e, her wiha "faktoreke derûnî" ye û wiha li pey çû:
"Hewldana me ya sereke parastin û belavkirina çand û wêjeya Kurdî ye.
Em dê giraniyê bidin ser çapkirina berhemên nivîskaran û lidarxistina şevbuhêrkên wêjeyî.
Bi vî awayî dê zimanê Kurdî di jiyana rojane û perwerdeyê de xurttir bibe."
Qadir Egîd bû serokê nû
Di kongreyê de bi beşdariya hejmareke berçav a nivîskar, rewşenbîr û nûnerên saziyên çandî di asta serokatî û desteya birêvebir de guhertinên bingehîn hatin kirin.
Nivîskar Qadir Egîd li şûna Ebas Îsmaîl wekî serokê nû yê Yekîtiya Nivîskarên Kurd ên li Sûriyeyê hat hilbijartin.
Her wiha desteyeke nû ya îdarî hat diyarkirin ku ji Ridwan Mihemed, Xurşîd Xalid, Merwan Şêxî, Rodost Xelîl û Ejder Îso pêk tê.
Ev birêvebiriya nû dê 2 salan berpirsyariya kar û xebatên yekîtiyê li ser milê xwe bigire.
Destpêka qonaxeke nû
Kongreya 7emîn di demekê de bi dawî bû ku şert û mercên giran ên aborî û siyasî li Sûriyeyê hene.
Tevî van zehmetiyan jî nivîskarên Rojavayê Kurdistanê hewl didin pênûsa Kurdî zindî bihêlin û saziyên xwe bi enerjiyeke nû bi rê ve bibin.
Ev guhertina di serokatiyê de wekî destpêka qonaxeke nû ya ji bo geşkirina bizava rewşenbîriyê ya li herêmê tê nirxandin.
(Rûdaw)

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin