
Li Mêrdînê pêşangeha alternatîv a pirtûkên Kurdî hat vekirin
.
Bi pêşengiya Baroya Mêrdînê û Yekitiya Weşangerên Kurd (YEWKURD) pêşangeheke pirtûkên Kurdî li Mêrdînê hat vekirin.
Parêzgarê Mêrdînê ku niha qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ye, pêşangeheke pirtûkan vekiribû.
Di wê pêşangehê de ti weşanxaneya Kurdî nehat vexwendin.
Li ser vê yekê, li Mêrdînê pêşangeheke alternatîv a pirtûkan hat vekirin.
Ji ber ku Şaredariya Mêrdînê di destê qeyûm de ye û derfetên pêşangeheke mezin nebûn, pirtûkên Kurdî li salon, ode û hewşa baroyê li ser dezgehan hatin danîn.
Li gorî amadekaran, çîroka vekirina vê pêşangehê gelekî balkêş e.
"Bangî me nekirin"
Hevseroka YEWKURDê Asya Genimê li ser derketina holê ya vê fikrê axivî û got:
“Sê hefte berê li Mêrdînê, bi destê dewletê û bi destê parêzgar pêşangeheke pirtûkan hat lidarxistin.
Gelek weşanxaneyên Tirkî beşdarî vê pêşangehê bûn. Lê belê ti weşanxaneya Kurdî beşdarî vê pêşangeha ku bi destê parêzgar hat lidarxistin nebû.
Ji ber ku bangî me nekirin, haya me jî jê çênebû. Ji ber vê yekê jî baroyê got, 'Em dê bi hêza xwe, bi potansiyela xwe û bi hevkariya YEWKURDê rojên pirtûkan li dar bixin'.”
Serokê Baroya Mêrdînê Ehmed Duyan jî behsa armanca xwe ya vekirina deriyên baroyê kir û got:
“Berî her tiştî em dixwazin gelê me bê baroya me. Ji ber çi? Ji bo ku gelê me bizanibe baro li pişta wan e. Deriyê me ji bo pirtûkên Kurdî her tim vekiriye.”
Xwîneran pêşangeh vala nehişt
Tevî ku cihê pêşangeha pirtûkan biçûk bû jî, xwînerên Kurdî weşanger bi tenê nehiştin.
Kesên ku derfet dît yekser berê xwe da pêşangehê.
Xwînera bi navê Seher Acayê hestên xwe wiha anîn zimên:
“Mirov dema tê pêşangehê kelecanî dibe. Kelecanî ne tenê ji bo pirtûkan e, ez dibêjim ji ber Kurdî ye.
Ji ber ku em li vir ne tenê pirtûkên Kurdî nas dikin, em weşanxaneyan nas dikin, em tên ba nivîskaran û em hevdû nas dikin.”
Xwîner Seher Sîncarê jî bal kişand ser girîngiya ziman û got, “Min nû dibistan qedand û ez bûm parêzer.
Ez dixwazim ku Kurmancî zêdetir biaxivim û bi muwekîlên xwe re çêtir têkevim nava dan û standinê. Ji ber vê yekê ez hatim ku pirtûkên xwe bikirim.”
Xwîner Bahoz Akçay diyar kir, “Pirtûkên gelekî xweş hene ku em bixwînin û pêşniyarî hevalên xwe bikin.”
Xwîner Fexrî Kosen jî li ser cureyên pirtûkan ên ku dixwîne got:
“Ez bi gelemperî yên helbestan dixwînim, romanan dixwînim û yên dîrokê jî dixwînim.”
Pêşangeh bi muzîkê geş bû
Di pêşangeha pirtûkan de stran û awazên Kurdî jî kêm nebûn. Atmosfera pêşangehê bi muzîka Kurdî xweştir û geştir bû.
(Rûdaw)

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin