Berdevka PYDê: Her du aliyên Kurdî ji bo diyalogê cidî ne

Berdevka PYDê: Her du aliyên Kurdî ji bo diyalogê cidî ne

Berdevka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sema Begdaş li ser Diyaloga Kurdî-Kurdî ya di navbera  Partiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) û Encûmena Niştîmanî ya Kurdî (ENKS) ragihand ku li her du aliyan jî cidiyetek heye ku ev diyalog bi ser bikeve.

A+A-


Berdevka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sema Begdaş li ser Diyaloga Kurdî-Kurdî ya di navbera  Partiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) û Encûmena Niştîmanî ya Kurdî (ENKS) ragihand ku li her du aliyan jî cidiyetek heye ku ev diyalog bi ser bikeve.

Sema Begdaş beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû li ser Diyaloga Kurdî-Kurdî ya di navbera PYNK û ENKSê de diyar kir: “Ev çend meh in Diyaloga Kurdî-Kurdî dest pê kirine, nêzî 6 – 7 meh in. Îro diyalogên ku li ser xaka rojavayê Kurdistanê dibin rêkeftina Qamişlo. Em dizanin li rojavayê Kurdistanê îro şoreşek hat pêkanîn û sîstemeke demokratîk hat avakirin, ji ber vê ferq û cudahiyên vê diyaloga li rojavayê Kurdistanê çêdibin ew in ku li ser axa Rojava pêk tê, herwiha kesên ku piştgiriya vê diyalogê dikin; him hêzên herêmî û him kesên navnetewî yên mîna Amerîka û Fransa, piştgiriya vê diyalogê dikin, ji ber vê yekê gelek gav têne avêtin. Tevî zehmetiyên ku carinan derdikevin jî, gav têne avêtin. Herwiha li her du aliyan jî cidiyetek heye ku ev diyalog bi ser bikeve.”

Dijminên Kurdan naxwazin Kurd bibin yek

Li ser wê yekê ku welatên herêmê ji aliyê xwe ve bi awayekî neyênî li Diyaloga Kurdî-Kurdî dinêrin, Sema Begdaş destnîşan kir: “Her dema Kurd ber bi yekîtiya netewî ve gav diavêje, dijminên Kurdan êrîşên xwe zêde dikin. Him rejîm, him dewleta Tirk. Ev dewletên ku heta niha berjewendiyên xwe li ser esasê perçebûna gelê Kurd diparast, her gaveke ber bi yekîtiya netewî ve, dijminên Kurdan naxwazin ev yek çêbibe, naxwazin hêzên Kurdî bibin yek. Me dît gava dest bi diyalogê hat kirin, çawa êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên başûr zêde bûn, herwiha gefên wezîrên wan, gotin em nahêlin ev diyalog bi ser bikeve.”

Diyaloga Kurdî beşeke ji çareseriya pirgirêka Sûriyê ye

Sema Begdaş diyar kir: “Eger îro em dixwazin çareseriyeke siyasî li Sûriyê pêk bînin, bêguman diyaloga Kurdî beşeke ji çareseriya pirgirêka Sûriyê ye û ev her tim di hevdîtinan de jî tê gotin. Eger îro em dibêjin divê krîza Sûriyê ber bi çareseriyê ve here, bêguman di destpêkê de divê Kurd jî bibin xwedî yek hêza siyasî, ne ku her Kurdek li cihekî bi dengekî bang bike.”

Li ser xalên rêkeftina Lêvegera Kurdî ya Bilind jî Sema Begdaş eşkere kir: “Her du aliyan li ser nêrîna siyasî ya hevbeş, sîstema Sûriyê ya pêşerojê dê bi çi rengî be, pirsgirêka Kurd û herwiha gelek xalên din ên ku her du aliyan li hev kirin bi dawî bûn. Di qoxana duyemîn de ya ku li ser esasê rêkeftina Duhokê be, em dizanin ji 2014an heta niha gelek guhertin çêbûne, hinek herêm hatine dagirkirin, ji ber vê li ser bingeha rêkeftina Duhokê, ya ku dê li ser esasê Lêvegera Kurdî be, meseleyên Rêveberiya Xweser, herwiha meseleyên leşkerî bin. Ewên ku me niha li hev kirine di qonaxa duyemîn de meseleya Lêvegera Kurdî ye, jixwe navê lêvegerê hat guhertin û her du aliyan jî erê kir û got navê lêvgerê bila bibe Lêvegera Kurdî ya Bilind.”

Lêvegera Kurdî ya Bilind dê nûnertiya gelê Kurd bike

Li ser kar û xebatên Lêvegera Kurdî ya Bilind ji bo gelê Kurd eşkere kir: “Ji bo ku di pêşeroja Sûriyê de nûnertiya gelê Kurd bike, herwiha li çi deverên tên xwestin, xwedî yek helwest bin. Xaleke ku me bal kişande ser; divê ev Lêveger rêziknameya xwe çêbike. Kar û xebatên wê dê bi çi rengî bin, ji bo herêmên dagirkirî du xal hebûn, ji bo parastina destkeftên jinan xalek hebû, divê ev Lêveger erk û xebatên wê ji bo wekheviya navbera jin û zilaman bin.”

Li ragihandinên medyayê hat diyarkirin ku Lêveger hat damezrandin, lê Sema Begdaş destnîşan kir ku lêveger niha nehatiye damezrandin, lê li ser şêwaza çêkirina lêvegerê, her du aliyan li hev kirine.

Şêwaza tevlîbûna ENKSê ya li Rêveberiya Xweser, tê axaftin

Sema Begdaş got: “Aniha komcivînên ku di navbera her du şandeyan de çêdibin, guftûgoyên ku têne kirin, li ser mijara Rêveberiya Xweser e. Çend xalên ku her du aliyan li  hev kirine jî hene. Xalên ku niha nîqaş li ser wan têne kirin; şêwaza tevlîbûna ENKSê ya li Rêveberiya Xweser e, ji ber ku ji 2014an heta niha ev rêveberî hebû li ser lingên xwe bû û bi awayekî demokratîk bi rêya hilbijartinan hat çêkirin, lê em çawa bikarin şêwaza tevlîbûna ENKSê di nav Rêveberiya Xweser de bêyî ku bandora xwe li rêveberiyê bike û em bikarin girîngiya beşdarbûna wan jî di Rêveberiya Xweser de pêk bînin.”

Sema Begdaş eşkere kir ku mijara leşkeriyê di navbera PYNK û ENKSê de heta niha nehatiye gotûbêjkirin û diyar kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) deriyê xwe li ber ti hêzekê negirtiye û got: “Kîjan hêz dibin bila bibin, Pêşmergeyên Roj bin, dikarin tevlî HSDê bibin.”

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin