BER BI TARÎTÎYA ŞKENCÊ VE

BER BI TARÎTÎYA ŞKENCÊ VE

Pirtûka birêz Nurî Sinir a bi navê ``Îşkence Karanligina Dogru - Ber bi tarîtîya şkencê ve`` di nav weşanên ``Nas`` de derketîye

A+A-

 

Lokman Polat

Pirtûka birêz Nurî Sinir a bi navê ``Îşkence Karanligina Dogru - Ber bi tarîtîya şkencê ve`` di nav weşanên ``Nas`` de derketîye. Pirtûka min a bi navê ``Trajedîya Evîndaran`` jî di nav weşanên ``Nas``de derketibû. Weşanên ``Nas`` gelek pirtûkên hêja ên bi kurdî û tirkî weşandîy û ew hêj jî kar û xebata xwe a weşanê didomîne.

Pirtûka birêz Nurî Sinir 249 rûpel e. Pirtûk wek bîranîn hatîye nivîsîn. Dostê kurdan î rasteqîn, parastvanê doza netewa kurd hêja birêz Îsmaîl Beşîkçî jî ji bo pirtûkê pêşgotineke gelek baş û bi wate ku hêjayê xwendinê ye, nivîsîye.

Bîranînên birêz Nurî Sinir ên salên 1980yî de ku darbeya faşîst a leşkerî ji alî artêşa tirk û serokleşkerê wan Kenan Evren hatibû kirin û konseyeke faşîst a leşkerî hatibû ser hukum tê rave kirin.

Di wê demê de bi hezaran çepên tirk û welatparêzên kurd hatibûne girtin, lêdan û şkence dîtibû. Nurî Sinir jî kurdekî soreşger, welatperwer bû ku hatibû girtin û şkence dîtibû. Min cara pêşîn navê Nurî Sinir li bajarê Amedê di dikanê ``Tan dagitim``ê de bihîstibû. Xwedîyê dikanê pirtûkfiroş birêz Cengîz Çamlîbel gotibû ``Kek Nurî Sinir di belavkirina rojnama ``Roja Welat``de girtine.`` Ez û ew wê demê di heman tradîsyona sîyasî de dixebitîyan, lêbelê me hevûdu nas nedikir. Piştî 30 salên sirgûnîyê ku êdî ez dikaribûm herime welat, min ew li Amedê dît. Rojeke ez çûm serlêdana weqfa hêja Îsmaîl Beşîkçî şaxê Amedê. Li weqfê birêz Ahmed Kanî û birêz Nurî sinir li wir bûn, me bi hevre gelek sohbet kir û paşê Kek Nurî Sinir pirtûka xwe a bi navê ``Îşkence Karanligina Dogru`` dîyarîyê min kir. Pirtûk bi tirkî ye. Ji bo ku ez bi giranî pirtûkên kurdî dixwînim û bi kurdî dinivîsim, xwendina pirtûka Kek Nurî Sinir direng ket. Rojên koronayê bû fersend ku ez gelek pirtûkên kurdî û tirkî bixwînim û herweha min pirtûka Kek Nurî Sinir jî xwend.

Bîranînên wî, ango bîranînên serpêhatî û serborîyên wî ji girtina wî a Stenbolê dest pê dike. Şkenceya di zîndana harbîya leşkerî a Stenbolê de tê qal kirin. Razana hapisxaneya Çanakalê, hepisxaneya Amedê tê rave kirin. Nurî Sinir li Stenbolê bi serokê beledîya/şarezayîya Amedê Xalê Medê Zana û du hevalên din ve ku yek ji wan Aydin Hasar e, tê girtin.

Di pirtûkê de hepisxaneya navdar 5 nolu a li Amedê, şkenceyên ku di hepisxaneyê de li girtîyên hepisxaneyê tê kirin, çawa ku bi çova zorê bi wan marş tê xwendin, qedexebûna kurdî axaftinê, çalên gû ku hevsîyan/girtîyan davêjin nav çalên gû û hemû cure şkenceyên ku li girtîyên kurd têne kirin  bi berferehî tê qal kirin.

Zilm û zordarîya ku fermandarê artêşa tirkan Esat Oktay Yildiran di hepisxaneya 5 noluyê de li hemberê girtîyên kurd pêk tîne, li cîhanê zilmeke weha di ti hepisxaneyek de nehatîye kirin. Nîjadperestê faşîst Esat Oktay wisa dijminê kurdan bu ku lewre jî cure cure şkence li kurdan dikir. Dewleta Kemalîst a dagirker li ser dijayetîya kurdan hatibû damezrandin û zilm û zordarîya wan, lêdan û şkendeyên li kurdan her didome.

Di pirtûkê de gelek wêneyên temsilî ku çawa şkence kirine, girtîyan çîp tazî kirine û destên wan girêdane û eliqandine, tê qal kirin. Pirtûkên ku li ser hepizxaneya 5 nolu a Amedê hatine nivîsîn, di hemûyan de zilm û zordarî û wahşeta ku dewleta dagirker li hemberê girtîyên kurd pêk anîne tê rave kirin. Ji ber her pirtûkek dikare fîlmeke bê kişandin.

Dema Kek Nurî Sinir, Kek Mehdî Zana (Ez hertim jê re dibêjime Xalê Mehdî) û herdu hevalên wan dibêne qişla leşkerî a Harbîye li wir leşkerên nobedar kurd in û ew bi wan re dibine alîkar, ji derve xwarin dikirin û dizîka didine wan. Piştî 9 rojan wan ji wir dibine Amedê. Li Amedê di şkencexaneyê de şkenceyên nedîtî tê kirin. Xalê Mehdî û Nurî Sinir di berxwede didin, ew digel ewqas enwayê cure şkenceyan neaxifin, navê kesekî nadin.

Hepisxaneya Amedê cehenem/dojeh bû. Ew der wek dojehek ku dewleta dagirker pêk anîbû û kurdan diavêt nav wê cehenemê. Zilma ku li wir li hemberê welatparêzên kurd hate kirin, zilma ku di zîndana Saygona Wîetnamê de hatibû kirin xedartir bû.

Pirtûka birêz Nurî Sinir herçiqas pirtûka bîranînê ye jî, xwendevan dikare wê weke bîranîn roman ango weke romaneke edebî hunerî, bi tehm û lezeta xwendina wêjeyî bixwîne. Dema min xwend weke ku ez romaneke bi heyecan/kelecan bixwînim. Nivîskar/vebêj bi forma ``Ez`` weke romaneke realîzma civakî berhema xwe hunandîye û pêşkêşê xwendevanan kirîye.

Wek gotina dawî ez dixwazim gotinek derbarê Aydin Hasar de bibêjim. Aydin Hasar jî bi Xalê Mehdî Zana û Kek Nurî Sinir re hatibû girtin. Wî jî tevahîya şkencan dît û bi salan di hepisxaneyê de raza. Piştê ku ew ji hepisxaneyê derket, dema helbijarina seranser li Tirkîyê û bakurê Kurdistanê de hate kirin ew li bajarê Çewlikê/Bîngolê bû namzetê paryîya Kemalîst a ku Bulent Ecevît damezrandibû ango bu namzetê partîya DSP /Demokratîk Sol Partî / Partîya çep a demokratîk. Dewleta şkencekar dewletek Kemalîst, Kenan Evrenî faşîst bi fermana Bulent Ecevît ku dema ew serokwezîr bu bu fermandarê giştî ê artêşa tirk. Li hepisxaneyê heroj pesnê Kemalîzmê didin û marşên nîjadperest ên Kemalîst bi zorê bi wan didine xwendin. Çawa wijdana Aydin Hasar qebûl kir ku here bibe namzetê partîya Kemalîst.....

Kek Nurî Sinir di jîyana xwe a sîyasî de doh jî û îro jî cihê xwe ê bi rûmet girtîye. Ew di dema çûyî de di TKSP/Rîya Azadî de bû û paşê  jî wî di nav refên PAK/Partîya Azadîya Kurdistanê de wek cigirê serokê partîyê kar û xebata xwe sîyasî meşand. Nîha jî ew ji bo nivîsîna pirtûkek xwerû bi kurdî xebata xwe didomîne.

1-100.jpg

 

Lêborîn ji raya giştî re.

Min di nivîsa xwe a derbarê pirtûka Kek Nurî Sinir de rexne li Aydîn Hasar girtibû ku çima bûye namzetê Partîya DSP a Kemalîst... 

Birêz Mesûd Ozturk min agahdar kir ku kesê namzed Aydîn Hasar ek din e. Ji ber navên wan û paşnavên wan yek e, wî ji Aydîn pirsîye Wî jî gotîye "ew ne ez im, nav û paşnavê wî kesî wek ê min e. "

Ji ber heman nav û Paşnav î min vê şaşîyê kir ez doza lêborînê ji birêz Aydîn Hasar û ji xwendevanên kurd dikim. 

Silav û rêz.. 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin