Bandora şerê Rûsya û Ukraynayê li ser Rojavayê Kurdistanê

Bandora şerê Rûsya û Ukraynayê li ser Rojavayê Kurdistanê

.

A+A-

Rûsya li Sûriyê welatekî garantor tê hijmartin, di dema ligel hikûmeta vî welatî Rêveberiya Xweser bi cudaxwaziyê tohmetbar dikin, hevdem itîraf bi herdû navçeyên Donetsk û Luhansk li rojhilatê Ukraynayê kirin. Di vê derbarê de serokê zanîngeha Rojava li Qamişlo eşkere dike, ku du rûtiyeke siyasî di peywedniyên navdewletî de heye.

Serokê Zanîngeha Rojava û Endamê Navenda Feratê ya Lêkolînan Dr. Ebdulîlah Mistefa dibêje “Bi rastî li vê derê tê bîro mirov nîfaqa navdewletî çiqas bêsînor e. Du komarên ne fermî di hindirê welatekî xwedî sinor û hikûmet de hatin qebûlkirin. Di heman demê de herêma me Rova, Bakûrê Rojhilatê Sûriyê bi tohmeta cudaxwaziyê tê destnîşankirin.”

Piştî êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê, çavdêr û pisporên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê tirsa wan ji wê yekê heye, ku Tirkiyê vê yekê wek derfetê bibîne û êrîşî çend navçeyên din li Rojavayê Kurdistanê bike, lê Dr. Ebdulîlah Mistefa wê yekê dûr dibîne, û daxwazê ji berpirsên Rêveberiya Xweser dike, di vî warî de hişyar bin.

Dr. Ebdulîlah Mistefa got jî “Rewşa navdewletî di hindirê Sûriyê de îro berê xwe dide rewşeke nû. Em bibêjin nebêjin, rewşa têkiliyên Rûs û Amerîkayê berî krîza Ukraynayê, dê ne wek piştî krîzê be. Tirk nema dikarên wê lîstikê bikin. Êdî li ser lîstika Kurdan dimîne, xwînek cemidî jê re divê û divê mirov xewnên bê wate û bê sînor neke.”

Çavdêrên peywendîdar bi dosyeya Sûriyê tekez dikin, piştî êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê wê gelek helwêstên siyasî û pêgehên serbazî li Sûriyê bên guhertin, egera herî mezin jî ew e, pêgeha Kurd xurt bibe û pêşveçûnekê di warê siyasî de bidest bixin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin