Avahiyên derdora Sûrên Amedê tên hilweşandin

Avahiyên derdora Sûrên Amedê tên hilweşandin

.

A+A-

Bi biryara Şaredariya Amedê, xanî û avahiyên zêde yên derdora Sûra Amedê tên hilweşandin. Hevseroka Odeya Mîmaran ya Şaxa Amedê Selma Aslan jî dibêje, ev yek karekî baş e ji ber ku zirarê didin sûrê lê divê xwediyê wan avahiyan bi awayekê dadmend bêne qerebûkirin.

Şaredariya Amedê di çarçoveya nûjenkirina Sûra Amedê de, bi sedema ku bûne sedema xirabkirina dîmenê wê sûrê, biryara hilweşandina zêdetirî 200 xanî û avahiyên derdora sûrê daye.

Hevseroka Odeya Mîmaran ya Şaxa Amedê Selma Aslan têkildarî mijarê beşdarî bultena Rûdawê ya taybet bi Bakurê Kurdistanê bû ku ji aliyê Hêvîdar Zana ve tê pêşkêşkirin û biryara hilweşandina xanî û avahiyên derdora sûrê nirxand.

Hevseroka Odeya Mîmaran ya Şaxa Amedê ragihand, ku Sûrên Amedê di Lîsteya Mîrata Cîhanî ya UNESCOyê de ne û avahiyên li derdora sûrê ne saxlem in û hilweşandina wan ji bo parastina sûran û dîroka wê rewşeke pêwîst e.

Bi gotina Selma Aslan, ew xanî û avahî di heman demê de zirarê didin Sûra Amedê.

Li ser vê mijarê Aslan got, “ev karê ku tê kirin karekî baş e û divê were berdewamkirin lê ew kesên ku li wir jiyan dikin heqê wan yên bicîh kirinê û jiyana wan bên garantîkirin heye.”

Aslan got, di aliyê nûjenkirinê de jî divê bala xwe bidin sûran ji bo ku aliyê dîrokî û resentiya Sûrê bê parastin.

Li ser pirsgirêka qerebûkirinê, Hevseroka Odeya Mîmaran a Şaxa Amedê got, kesên ji malên xwe hatine derxistin berdêla wan hatine dayîn lê ne berdêleke zêde ye û tekez kir, bi qerebûya ku dane wan kesan, zehmet e ku ew bikarin li cihekî din xaniyek baştir bistînin û bi awayekî bi tendirust bijîn.

Di derbarê hejmara xaniyên ku bên hilweşandin de Aslan ragihand, li gorî parêzgeriya Amedê dê nêzikî 200 xanî û avahî bên hilweşandin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin