Almanya: Keştiyên Tirkiyê nehiştin em pişkinîn encam bidin

Almanya: Keştiyên Tirkiyê nehiştin em pişkinîn encam bidin

.

A+A-

Artêşa Almanyayê ragihand ku keştiyên barhilgir ên Tirkiyê "dibe ku çekan vediguhêze", ber bi Lîbyayê di rê de ne û nehiştin pişkinîn were kirin.

Ajansa nûçeyan a Reuters belav kiriye ku Berdevkê Artêşa Almanyayê ragihandiye; şevê din serbazên tîma Hamburgê ketine keştiyên Tirkiyê, lê keştîvanên Tirkiyê rê li ber tîma Ewropî girtine û ew jî neçar mane ku pişkinîn nekin û ji keştiyan vekişin.

Tirkiyê ragihandiye ku di nav keştiyên barhilgir de "xwarin û boyax" hene û tîma ku dixwest pişkinîn encam bide, ji ber ku li benda rizamendiya Tirkiyê nesekiniye "yasayên navdewletî binpê kirine".

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin