44 sal bê Hesen Zîrek

44 sal bê Hesen Zîrek

44 sal bê Hesen Zîrek

A+A-

 

Ednan Bedreddin

Roja 26.06.1972 goranîbêjê kurd ê navdar Hesen Zîrek koçê xwe ji diniyayê barkir. Zîrek di sala 1921-an de li bajarê Bokanê yê rojhilatê Kurdistanê jidayik bûbû, lê wî beşê mezin ji jiyana xwe, mîna gerokekî, di navbera Kurdistana Iraqê, Kirmanşan û Seqizê de derbas kir.

Di jiyana xwe ya kurt de e, Zîrek nêzîka 1500 stranî di her yek ji radyoên Kirmanşan û Bexda yê de tomar kir. Herçende ku wî tenê bi zaravê kurmanciya jêrîn (soranî) distire, lê dengê wî bi rêya radyoyên wê demê, digihişte, heme bêje, her maleka kurd li seranserê Kurdistanê, ji Sêwasê heta Kirmanşanê.

Hesen Zîrek, bi dengê xwe yê bihêz û bi alîkariya çend mûzîkjenên kurd ên behremend mîna kemanjenê kurd ê navdar Mucteba Mîrzade yê kirmanşanî, karî folkorê kurdî ji asta devkê ber bi astkeka bilind û gelek modern ve bibe.

Hesen Zîrek, bi nexweşî ya penceşêrê li Seqiz a kurdistana Rojhilatê jiyana xwe ji dest da. Gorna wî li bajarê Bokanê ye. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
1 Yorum