Xizanî bêhtir li Amed û Rihayê heye

Xizanî bêhtir li Amed û Rihayê heye

.

A+A-

Di lêkolînê de hatiye gotin ku li der û dora ji sedî 74.7ê malên xizanan lê ye, hewa ne paqij e, jîngeh gemar e, toz û bêhna genî heye, av gemarî ye û hin pirsgirêkên din ên piaqijiyê hene. Bi tenê ji sedî 25.3yê gotiye, pirsgirêkeke wiha nîne.

Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK) di Kovara Lêkolînên Îstatîstîkê de bi navê "Li Tirkiyeyê Diyarkirina Sedemên Bandorê li Ser Xizaniya Malan Dikin" gotarek hatiye weşandin. Di vê gotarê de behsa cûreyên xizantirîn bajaran û cûreyên xaniyan ên xizanan kirine. 

Pisporê TUÎKê Onûr şenturk û ji Zanîngeha Teknîkê ya Gebzeyê Doç. Dr. Nûrî Çelîk gotar nivîsîne. Li gorî vê gotarê, ji sedî 70,8ê xizanan li malên cihê ango serbixwe dijîn.

Li gorî nûçeya rojnameya Cûmhûriyetê, ji sedî 16ê xizantirîn malbatan il Riha û Amedê ne. Zongûldak, Karabuk û Bartin sê bajar in ku hejmara xizanan gelekî kêm e. Rêjeya van bajaran ji sedî 0,5 e. 

Li gorî daneyan ji sedî 70,8ê xizanan li xaniyên cihê ango serbixwe, ji sedî 15,1ê li wan apartmanan rûdinên ku hejmara daîreyan ji 10an kêmtir e. Ji sedî 4,6 jî di cotxanî an jî rêzexaniyan de rûdinên. 

"Xizan debara xwe bi zehmetî dikin"

Di lêkolînê de behsa wî tiştî hatiye kirin ku bê ka xizan debara xwe çawa dikin. Li gorî vê lêkolînê, ji sedî 65.5ê xizanan debara xwe bi zor û zehmetî dikin. ji sedî 33.7 ne bi zor û zehmetî û ne jî bi hêsanî debara xwe dikin. Ji sedî 0.8ê beşdaran diyar kiriye ku ew bi hêsanî dikarin debara xwe bikin.  

Di 60.3 ji sedê malên xizanan de çar û zêdetir mirov dijîn. Di 18.6 ji sedê malan de sê û çar mirov, di 12.3 ji sedê malan de kesek, di 8.8 ji sedê malan de jî du kes dijîn. 

Li gorî TUÎKê xizanî çi ye?

Li gorî TUÎKê, ger mirov nikaribin pêdiviyên xwe yên bingehîn bidest bixin ango dabîn bikin, ev xizanî ye. Xizanî bi du cureyên cida tê nirxandin. 

Xizaniya wateya wê teng: Mirina ji ber birçîbûnê û nebûna xaniyekî. Xizaniya wateya wê fireh: Pêdiviyên jiyanî yên esasî yên weke xwarin û vexwarin, cil û berg û xanî hene lê gelekî di jêr derûdora lê dijî de be, ev wateya fireh a xizaniyê ye. 

Li gorî lêkolîna TURK-ÎŞê ya di meha Adarê de kiriye, li Tirkiyeyyê sînorî birçîbûnê 4 hezar û 928 TL ye, sînorê xizaniyê jî 16 hezar û 52 TL ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin