
Rûdaw bi projeya ‘Baldar’ 114 xwendekaran dişîne derveyî welêt
.
Projeya Bursê ya Baldarê ku ji aliyê Tora Medyayî ya Rûdawê ve hatiye ragihandin, 114 kursiyên xwendina masterê li derveyî welat ji bo ciwanên derçûyên zanîngehên Herêma Kurdistanê vediqetîne.
Projeya Bursê ya Baldarê destkeftiya bernameya Paşîvê ya Rûdawê ye ku meha Remezana îsal hat pêşkêşkirin û mazûvaniya sermayedarên Herêma Kurdistanê dikir.
Pêşkêşkarê bernameyê Bêstûn Osman doh bû mêvanê bultena saet 20:00an a Tora Medyayî ya Rûdawê û derbarê projeyê axivî.
Bêstûn Osman da zanîn ku ji niha heta dawiya Çiriya Paşîn derçûyên zanîngehên Herêma Kurdistanê dikarin bi rêya malpera www.baldar.krd serlêdanê ji bo xwendina masterê ya li derveyî welêt bikin.
Bêstûn Osman ragihand ku medyaya civakî ya Tora Medyayî ya Rûdawê dê di rojên pêş de vîdyoyeke fêrkirinê ya derbarê çawaniya serlêdanê belav bike.
Bêstûn Osman derbarê mercên serlêdanê diyar kir ku divê temenê serlêderan ji 30 salî zêdetir nebe, pêwîst e di ezmûnên şarezayiya zimanên Îngilîzî û Kurdî de bi ser bikevin, her wiha divê hemû mercên ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo xwendina masterê ya li derveyî welêt danîne hebin.
Bêstûn Osman derbarê ezmûna şarezayiya zimanê Kurdî destnîşan kir ku ezmûn dê ji aliyê kesên pispor ên zimanê Kurdî ve were birêvebirin.
30 sermayedar û kesayetiyên Herêma Kurdistanê lêçûnên kursiyên masterê girtine ser xwe.
Kursî ji aliyê van kesayetî û sermayedaran ve hatine dabînkirin:
Îdrîs Nêçîrvan Barzanî: 40 kursî
Xwediyê Serdar Groupê û Toyota Îraqê Serdar Bîbanî: 10 kursî
Xwediyê Kompanyaya Berêzê Mela Yasîn: 6 kursî
Serokê Desteya Zanîngehên Cîhanê Newzad Bacgir: 5 kursî
Xwediyê Koma Kompanyayên Herşemê Kemal Axa Gerdî: 4 kursî
Kursiyên din jî ji aliyê mêvanên din ên beşdarên Paşîva Rûdawê ve hatine dabînkirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin