Cenazeyên 22 Kurdên Êzidî vegerandin Şingalê

Cenazeyên 22 Kurdên Êzidî vegerandin Şingalê

.

A+A-

 Piştî derketina encamên testa DNAyê, cenazeyên 22 Kurdên Êzidî bo Şingalê hatin vegerandin û biryar e sibe bên veşartin.

Efserê Desteya Vekolîn û Komkirina Belgeyan a Dihokê Şakir Mehmûd got, “Nêzîkî 7 sal in tenê cenazeyên 318 Kurdên Êzidî vegerandine Şingalê.”

Sala 2014an DAIŞê êrişî Şingalê kir û li hemberî Kurdên Êzidî komkuj pêk anî.

Efserê Desteya Vekolîn û Komkirina Belgeyan a Duhokê Eqîd Şakir Mehmûd li ser mijarê ji Rûdawê re axivî:

“Ji sala 2018an ve zêdetirî 760 cenaze ji Şingalê ji bo testa DNAyê şandine Bexdayê.

Ji wê demê ve piştî derketina encaman, beşek ji wan bi 7 karwanan hatine vegerandin.”

Li gorî Eqîd Şakir Mehmûd, cenazeyên ku dê sibe bên veşartin zêdetir xelkê gundên Koço û Herdanê û deverên Til Qeseb û Til Benatê ne û got:

“Cenaze îro gihiştin Dadweriya Bijîşkî ya Mûsilê û sibe saet di 09:00an de dê bi merasîmekê li Şingalê bên veşartin.”

Ev karwana heştemîn a vegerandina cenazeyên qurbaniyên Şingalê ye ku piştî naskirina nasnameyên wan bi rêya testa DNAyê tên veşartin û heta niha bi vî awayî hatine vegerandin:

- Karwanê yekem: 62 cenaze

- Karwana duyem: 42 cenaze

- Karwana sêyem: 43 cenaze

- Karwana çarem: 55 cenaze

- Karwana pêncem: 21 cenaze

- Karwana şeşem: 41 cenaze

- Karwana heftem: 32 cenaze

- Karwana heştem (sibe): 22 cenaze

Berê Serokê Tîma Vekolîna Gorên Komî ya Îraqê Ehmed Qusey ji Rûdawê re ragihandibû, tîmên wan li Şingalê di lêgerîna gorên komî de berdewam in û heta niha 62 gorên komî li Şingalê hatine vekolan û 30 gorên din jî mane ku bên vekolan.

Ji wan 62 gorên komî yên Şingalê 600 cenaze hatine derxistin, 250 cenaze piştî test û naskirinê radestî xizmên wan hatine kirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin