Barrack derbarê êrişên li Siwêdayê daxuyanî da

Barrack derbarê êrişên li Siwêdayê daxuyanî da

.

A+A-

 Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barrack, piştî civîna sêalî ya bi wezîrên karên derve yên Urdin û Sûriyeyê re li Ammanê, tekezî li ser "pabendbûna Sûriyeyê ya bi pêvajoyeke yekgirtî ku rêzê li hemû pêkhateyan digire û wan diparêze" kir.

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî, Wezîrê Karên Derve yê Urdinê Eymen Safadî û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack li Amanê civiyan.

Piştî civînê, Tom Barrack li ser Xê peyamek belav kir û got, "Pêkanîna edaletê û bidawîkirina bêcezahiştinê, bingeha gihîştina aştiyeke mayînde ye."

"Hikûmeta Sûriyeyê soz daye"

Barrack diyar kir ku piştî "hevdîtineke bi berhemdar", Hikûmeta Sûriyeyê soz daye ku "ji bo ji berpirsên tawanên hovane yên li Siwêdayê hesab bipirse, hemû derfetên xwe bi kar bîne û garantî bike ku ti kes nikare bireve."

Ev civîn wekî berdewamiya gotûbêjên ku di 19ê Tîrmehê de di navbera heman rayedaran de hatibûn kirin, pêk hat.

Ew hevdîtin piştî bûyerên tundûtûjiya mezhebî ya bi xwîn a li parêzgeha Siwêdayê ku bûbû sedema mirina bi sedan kesan, hatibû lidarxistin.

Tundiya Nexweşxaneya Niştimanî ya Siwêdayê

Tom Barrack anî ziman ku Sûriye "ji bo lêkolînkirina van tawanan, bi taybetî tundûtûjiya xeternak a li Nexweşxaneya Niştimanî ya Siwêdayê, bi Neteweyên Yekbûyî re di nava hevahengiyeke tam de ye."

Di vîdeoyeke ku roja Yekşemê hatibû weşandin de, diyar bû ku kesekî bi unîformaya leşkerî li nexweşxaneyeke Siwêdayê karmendekî tenduristiyê gulebaran dike û dikuje.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê, aliyan li hev kiriye ku ji bo "piştgirîkirina hewlên Hikûmeta Sûriyeyê yên ji bo pêkanîna agirbestê li parêzgeha Siwêdayê" komeke xebatê ya hevbeş ava bikin.

Barrack bal kişand ser girîngiya gihandina alîkariyên mirovî ji bo Sûriyeyê û got:

"Çavdêriya mirovî, di têkoşîna li dijî hêzên cudaxwaz de çareseriyek e û em bi biryar in ku hewlên xwe yên ji bo gihandina alîkariyên mirovî ji bo başûrêrojava Sûriyeyê zêde bikin."

Li Amanê, Şahê Urdinê Abdullahê 2yem bi Şeybanî û Barrack re hevdîtinên cuda pêk anîm û piştgiriya xwe ji bo "parastina ewlehî, îstiqrar, serwerî û yekparçebûna axa Sûriyeyê" anî ziman û tekez kir ku welatê wî ji bo hevkariyê amade ye.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin