Serokê Tevgera Nifşê Nû Şasiwar Ebdulwehîd hat desteserkirin

Serokê Tevgera Nifşê Nû Şasiwar Ebdulwehîd hat desteserkirin

.

A+A-

Serokê Tevgera Newey Nwê (Nifşê Nû) Şasiwar Ebdulwehîd li Silêmaniyê hat desteserkirin.

Çavkaniyeke ewlehiyê ya Parêzgeha Silêmaniyê ji Rûdawê re ragihand ku Serokê Tevgera Nifşê Nû Şasiwar Ebdulwehîd bi fermana dadger hatiye desteserkirin.

Tevgera Nifşê Nû diyar kir ku “Şasiwar Ebdulwehîd hatiye revandin” û ragihand:

“Revandina Kek Şasiwar piştî wê yekê hat ku wî berî çend rojan eşkere kiribû, eger di nava vê hefteyê de pirsgirêka meaşan neyê çareserkirin û hikûmeta rêkeftin bi cih neke, dê hefteya bê Nifşê Nû helwesteke girîng û pratîk nîşan bide.”

Li gorî daxuyaniyê Şasiwar Ebdulwehîd demjimêr 22:00yan “ji aliyê hêzeke Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ve” hatiye desteserkirin.

Polîsê Silêmaniyê ji Rûdawê re ragihand ku sedema desteserkirinê mijareke yasayî ye û ew çend caran beşdarî rûniştinên dadgehê nebûye.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin