Bandora Konferansa Hisîçayê ya li Şamê: Partî li ser nenavendîbûnê nakok in

Bandora Konferansa Hisîçayê ya li Şamê: Partî li ser nenavendîbûnê nakok in

.

A+A-

 Konferansa Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Hesekê, di nav alî û partiyên siyasî yên li Şamê de dengvedaneke mezin çêkir.

Hinek alî konferansê wekî gaveke erênî dinirxînin, hinek jî bi guman nêzîk dibin û dibêjin dema wê ne rast bû, lê hemû alî tekez dikin ku diyalog tekane riya çareseriyê ye.

“Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakurrojhilatê Sûriyeyê” ya ku hemû pêkhateyên li Rojavayê Kurdistanê tîne cem hev 8ê Tebaxê li Hisîçayê hat lidarxistin.

Partiya Beasê ya Demokratîk a Erebî ya Sosyalîst ragihand ku heta daxwaz di çarçoveyeke niştimanî de bin, ew ne dijber in.

"Em ti pirsgirêkê di Konferansa Hisîçayê de nabînin"

Nûnerê Partiya Beasê ya Demokratîk a Erebî ya Sosyalîst Mihemed Fetûm got:

“Heya ku li ser yekîtiya Sûriyeyê û hevpariya xelkê Sûriyeyê ji bo avakirina dewleta xwe ya yekgirtî hatibe damezrandin û projeyên cudakirinê red bike, em bi her konferansekê re ne.

Em ti pirsgirêkê di Konferansa Hisîçayê de nabînin, eger ew daxwaza Sûriyeyiyan a ji bo yekîtiya Sûriyeyê nîşan bide.”

“Nenavendî xwestekeke bi maf e lê metirsiyên wê hene”

Hinek aliyên siyasî yên din jî piştgiriya nenavendîbûnê dikin.

Dîdara Diyaloga Niştimanî ya li Şamê, Konferansa Hisîçayê bi erênî nirxand û tekezî li ser mafên destûrî kir ku ew ê dewletê ava bikin.

Endamê Dîdara Diyaloga Niştimanî Ziyad Wetfê nêrînên xwe wiha anîn zimên:

“Nenavendî xwestekeke bi maf e lê metirsiyên wê hene.

Metirsî ew e ku pêwîstî bi dewleteke wisa heye ku serwerî û yekîtiya xaka xwe vegerîne, coşa civakî û beşdariya tevahiya civakê misoger bike ji bo bipêşketina aborî û avakirina tiştên ku şer wêran kirine.”

“Dema wê ji bo Şamê ne guncaw bû”

Derbarê hebûna hemû aliyan di paşeroja Sûriyeyê de, Kombûna Sûriyeya Demokrat got ku divê wekhevî di navbera hemû pêkhateyan de çêbibe lê dema konferansê rexne kir.

Endamê Kombûna Sûriyeya Demokrat Ziyad Wenûs wiha axivî:

“Di demekê de ku pêwîstiya Sûriyeyiyan bi kongre, diyalog û derbirîna nêrînên xwe heye, helbet divê pêşwazî li her kongreyeke ku Sûriyeyiyan kom dike bê kirin.

Lê ya ku Konferansa Hisîçayê cuda dike ew e ku dema wê dibe ku ji bo desthilata Şamê ne guncaw be û dibe ku bandoreke berevajî ya ku dihat xwestin kiribe.

Divê mafên siyasî û çandî di çarçoveya nenavendiyeke ku hemû hêzên Sûriyeyê li ser li hev dikin de, di destûrê de bên parastin.”

Konferansa Hesekê 8ê Tebaxê bi beşdariya nêzîkî 400 kesî ji pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû lidarxistin.

Piştî konferansê, hikûmeta Sûriyeyê ragihandibû ku ew ê beşdarî civînên Parîsê yên ji bo diyaloga bi HSD û Rêveberiya Xweser re nebin û tekez kiribû ku nabe aliyek bi tenê nerîna xwe li ser dewletê bisepîne.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin