Rêveberiye Xweser: Dûrxistina me ya ji çareseriya siyasî dê encamên wê yên xerab hebin

Rêveberiye Xweser: Dûrxistina me ya ji çareseriya siyasî dê encamên wê yên xerab hebin

.

A+A-

Rêveberiya Xweser a ragihand, her pêvajoyeke siyasî ya ji bo paşeroja Sûriyeyê ku ew û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) tê de nebin, "pêvajoyeke netemam e û metirsiya şikestinê li ser e."

Rêveberiya Xweser di daxuyaniyekê de ku îşev belav kir de piştgirî da daxuyaniya Konseya Ewlehiy ya Navneteweyî ku 10ê Tebaxê hatibû dayîn û tê de tawanên li dijî xelkê sivîl ên li Siwêdayê hatine şermezarkirin.

Li gorî Rêveberiya Xweser, daxuyaniya Konseya Ewlehiyl li gel xalên rêkeftina 10ê Adarê ya di navbera Şam û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de hevaheng e, her wiha li gel encamên Konferansa Yekrêziya Helwesta Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye ku 8ê vê mehê li bajarê Hisîçayê hatibû lidarxistin.

Rêveberiyê tekezî li ser wê yekê kir ku pabendbûna bi biryarnameya 2254an a Konseya Ewlehiyê û bingehên wê, ji bo veguhestineke siyasî ya rasteqîn li Sûriyeyê "çarçoveyeke berfireh e û ti alternatîfa wê nîne."

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Pêwîst e beşdarbûna hemû hêzên bibandor ên li ser erdê were misogerkirin, di nav wan de Rêveberiya Xweser û hêza wê ya leşkerî, HSD, wekî aliyekî sereke yê hevkêşeya Sûriyeyê, rûbirûbûna terorê û parastina aramiyê."

Her wiha hişyarî da ku, "Her pêvajoyeke siyasî ku hêzên bibandor ên nûnertiya îradeya bi milyonan Sûriyeyiyayan dikin dûr bixe, dê bibe pêvajoyeke kêm û dê bi têkçûnê re rû bi rû bimîne û encamên wê yên xirab hebin."

Rêveberiya Xweser amadebûna xwe ya tam ji bo beşdarbûna di bicîkirina naveroka biryarnameya 2254an de nîşan da ku van xalan li xwe digire:

- Avakirina desteyeke birêvebir a veguhêz a berfireh.

- Rawestandina operasyonên leşkerî û gefên ji her alî ve.

- Amadekirina destûreke nû ya bi lihevkirinê.

- Avakirina hikûmeteke veguhêz ku hemû pêkhateyan li xwe bigire.

- Berdewamkirina rûbirûbûna terorê.

- Vegera koçberan ji bo warên xwe.

- Lidarxistina hilbijartineke azad û bêalî di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de.

Di dawiyê de, Rêveberiya Xweser daxwaz kir ku Neteweyên Yekbûyî "roleke sereke û bibandor" bilîze di serpereştîkirina diyalogeke niştimanî ya berfireh de ku hemû aliyên Sûriyeyî bêyî cudahî di nav xwe de bihewîne, ji bo avakirina "Sûriyeyeke demokratîk, pirreng û yekgirtî."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin