
Amerîkayê li ser dan û standinên HSD û Sûriyeyê daxuyanî da
.
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Tammy Bruceyê li ser helweste welatê xwe ya ji bo dan û satandinên HSD û Hikûmeta Sûriyeyê got ku To Barrack "amaje bi wê yekê kiriye ku Sûriye pabendî pêvajoyeke yekgirtî ye ku rêzê li hemû pêkhateyên wê digire û wan diparêze û ji bo avakirina paşerojeke hevbeş ji bo gelê Sûriyeyê dixebite."
Bruceyê her wiha got ku hikûmeta welatê wê piştgiriyê dide serweriyeke rastîn a Îraqê, ne ew pêşnûmayasayên ku Îraqê dikin "welatekî paşverû yê Îranê."
25ê Sibata îsal Lijneya Wezîran a Îraqê di civîna xwe ya asayî de pêşnûmayasayeke nû ya Desteya Heşda Şeibî pesend kir û ji bo pesendkirinê şand parlamentoyê.
Pêşnûmayasa xwendina yekem û duyem derbas kiriye û tenê dengdan maye lê parlamenterên Kurd û Sunî li dijî derbaskirina pêşnûmayasayê ne.
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Tammy Bruceyê di konferanseke rojnamegeriyê depirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washintonê Diyar Kurde bersivandin.
Bruceyê ji Rûdawê re got, "Em li dijî her pêşnûmayasayeke ku bi armancên me yên hevkarî û hevpariya ewlehiyê ya dualî re nagunce û berevajî bihêzkirina saziyên ewlehiyê yên heyî yên Îraqê be, derdikevin."
"Em piştgiriyê didin serweriyeke rastîn a Îraqê"
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê her wiha got:
"Em piştgiriyê didin serweriyeke rastîn a Îraqê, ne ew pêşnûmayasayên ku Îraqê dikin welatekî paşverû yê Îranê.
Ji ber vê yekê, ez bawer im ku em di vê rewşa diyarkirî de û bê guman di rewşên din de jî, eşkere bûne ku divê paşeroja gelan di destê gelan bi xwe de be."
Bruceyê her wiha amaje bi wê yekê kir, "Bê guman pabendbûna me ya li vir, wekî ku me eşkere kiriye, ev rewş, berevajî wê pabendbûnê ye ku me bi giştî derbarê ewlehiyê de hebû."
HSD û Durzî
Derbarê Sûriyeyê û redkirina civîna hikûmeta demkî ya Sûriyeyê bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re li Parîsê, Diyar Kurde helwesta Amerîkayê ya derbarê rêzgirtina mafên Kurd û Durziyan û hebûna fişarê li ser hikûmeta demkî ya Sûriyeyê pirsî.
Tammy Bruceyê di bersiva xwe de amaje bi hewlên Nûnerê Taybet ê welatê xwe yê ji bo Sûriyeyê Tom Barrack kir û got:
"Ji ber vê yekê nûnerekî me yê taybet heye. Em li wan herêman in ku carinan bi nifşan e, heke em nebêjin bi sedsalan e, ne aram in û pirsgirêkên wan hene.
Ji ber vê yekê jî divê karê berdewam ji bo komkirina aliyan bê kirin."
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê twîteke Balyoz Barrack xwend û got:
"Wî amaje bi wê yekê kiriye ku Sûriye pabendî pêvajoyeke yekgirtî ye ku rêzê li hemû pêkhateyên wê digire û wan diparêze û ji bo avakirina paşerojeke hevbeş ji bo gelê Sûriyeyê dixebite.
Ev ew kar e ku danûstandinkar û dîplomat mebesta wan ew e ku bikin.
Ev jî bi temamî ew kar e ku Balyoz Barrack dike û em li benda encamên wê ne."
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin